december 05, 2016

SOHBETA BI DÎK QOPIRO QEREBAŞ XERÎBO HITIK Û ŞEMO RE

Qopiro, Hitiko, Qerebaş, Xerîbo, Dîk û Şemo gulên Nisêbînê û kaniyên çirandinê wê rojê li qehweya Emînoyê Balfisî rûniştî bûn û weke herdem diçîrandin û sohbeta xwe disincirandin. 
Ew pênc bûn û bi hetf guhdarên xwe, du çay vexwaribûn, ew jî bi deyn bûn. Guhdêr nikarîbûn û newêrîbûn beşdarî sohbeta wan bibin. Ne li ser mijarekî, lê gelek mijar niqaş dikirin. Bi çavên pisporan li xwe dinêrin, lê tev di zik hevdu de deh sal dibistan nexwendine. Ne xwendina dibistan û zanîngehan, lê belê tecrube giring e ji bo wan. Bi xwe dikarin dersan bidin mamosteyên Oksfordê. Çi sînor ji axavtin, derew an rastiya wan re tune ye. Her çi dibêjin, wek ayetên kitêbên pîroz rast in. Mafê nadin tu kesên din ku rexneyan li wan bikin û wextê wan tune ye li çîrokên dijî xwe guhdarî bikin.
Ew, li hevdu guhdarî dikin, zanabûn û zîrekbûna êkûdu dipîvin. Carna tixûban derbas dikin û di çirandinê de, qehwexanê dikin meydana musabeqê. Televizyon û radyoya qehwê diwestînin, lê peyva westanê nayê bîra wan, nêzî wan nabe.
Hitik weke hercar dadgêrê nav wan e. Bi xwe jî diaxive, lê mafê axavtinê dide kesên beşdar. Heq û neheqiyê ji hev derdixe û dibêje. Wê rojê jî wiha kir.

Qopiro: Bê erê yabo qûrban...
Hitik: Erê...
Qopiro: Ez û Cemîl Xencero çûn seydê. Sibat nû derketiye. Sar e, seqem e. Me pişta xwe da Nisêbînê û berê xwe da gundê Dala. Piştî çiftlika Mahmûtkê em li gundê Dêrê fitilîn...
Hitiko: Êêêêê...
Qopiro: Min go, Cemîl Xencero, xwediyê firna sûka bajêr e, kîsikê di destê çepê, ji tametîtkan, findeq, fisteq, liqûman dagirtî ye. Di çentê biçûk de, muheqeq goştê birajtî û nanên qemirî hene.
Hitiko: Merdiya wilo, ji Cemîl Xencero qet nebûye! Êêêê.
Qerebaş: Ji Qopiro bawer nekin. Diçirîne. Li min guhdarî bikin!
Hitiko: Qopiro tu pir diçirîne! Dorê bide Qerebaş, tu hinekî anarya bike û li ser wî kursî rûne, park bike.
Qerebaş: Bira, nîvê şevê ye. Çav çavan nabîne. Wê rojê, bi niyeta gerê, min berê xwe da taxa Kanîka. Paşê pê hisiyam ku di rastiya xwe de, ez derbasî aliyê binya xetê, Qamişlokê bibûme.
Qopiro: Kuro, qûzê wê xwarî, te mayîn, têl û esker çawa derbas kir?!
Hitik: Tevlî heviya meke û bê deng be! Wê dora te jî were. Êêêê, birakê Qarabaş, bidomî.
Qerebaş: Min nerî qemyonek derket pêşiya min. Min go, "bekarlik sultanlik" e. Ez ê îro herim Diyarbekrê, serdana mala mezin, nêzî minara çarpê bikim û gû têxim vê siltanetiya xwe î bê wate. Min xwe avêt pişt qemyonê.
Hitiko: Êêêê...
Qerebaş: Bira, qemyon wek derguşê dihejhijî û ez jî wekî zarokek du salî di qarosera qemyonê de, ser çewalên kayê di xew ve çûm. Ez dotirî rojê ji xew şiyar bûm û min çavê xwe vekir ku vaye li bajarekî pir mezin im.
Qopiro: Hebe tunebe, di Baxdê re derketiye.
Hitiko: Na lo... Bexde li aliyê Misrê dikeve. Di Musilê re derketiye.
Qerebaş: Min pirsî, bira! Min nerî ku di Lubnanê de derketime. Min ji xwe re got, îro nîverojê civîna min, bi walî re heye, divê ez xwe bighînim Mêrdînê. Min berê xwe da balafirgehê.
Qopiro: Te çawa rê nas kir? Me nu xerîb bû, qaşo?
Qerebaş: Neyse, ez serê we nehêşînim. Ez çûm balafirgehê. Min nêrî ku teyarek li ber firê ye. Ez revîm û min xwe avêt ser baskê wê. Balafir berê xwe li Moskovayê bû. Min go, Nisêbînê ji hêla coxrafîk ve dikeve nîvê dinyê. Rêya balafirê ji ser Nisêbînê diçe Moskovayê.
Hitik: Tu li baskê balafirê siwar bû î û teyare bi hewa ket?!
Qerebaş: Erê. Şifêrê teyarê ez dîtim. Min bi desta îşaret kir û got, ”li riya xwe berdewam bike, Qaptan. Cihê min bi ewle ye. Qet xema nexwe!”.
Xerîb: Merhaba ji we re. Qerebaş û Qopiro ji duhî ve vedixwin û serxweş in. Çi derewan dikin?
Hitik: Were Xerîp usta, meselên wan ecêb in, guhdarî bike.
Xerîp: Bisekine. Îro lawê mele, Nuriyo hat cem in û xwest motorsiklêta xwe î Jawa tamîr bike.
Hitik: Êêêê.
Xerîp: Min nigên xwe li pedêl xist, lê motosiklet nedişuxulî.
Qopiro: Motorsiklêta nû çawa xirap dibe, ecêb e!?.
Qerebaş: Nuriyo, gundî lawê gundiyan e. Ew û motorsiklêta Jawa çi hevdu re dibêjin!
Xerîp: Ez serê we nehêşînim. Min motorê nû hemû daxist û ji hev xist.
Qerebaş: Xerîb hoste, tu tenê dikare biskilêta tamîr bike. Tamîra motorsiklêtên mezin ne karê te ye.
Xerîp: Ez karim wî serê te î xirabe jî tamîr bikim! Bê deng be, ibnî!
Hitik: Bidomîne, Xerîbê me.
Xerîp: Min tevayê perçeyan ji hev kir û motora wê bi benzinê şûşt. Lê tu xirabûn peyde nekir. Loma min motorê wê ji nû ve girêda. Bi dehan birxo ji ber man. Min nigê xwe li pedal da. Motorsiklêt şixulî.
Qopiro: Hela hela! Tu rastiyê dixwaze bibhîze, ez ji hostebûna te bi şik bûm, lê niha mezinbûna te teqdîr dikim. Ka ez destê te maç bikim...
Xerîp: Quna wê buxe û deyn meke! Lawê melê, Nuriyo hat û li motor siwar bû. Heq destê min 50 lira da min.
Hitik: Ji wî kerîzî, çawa 50 wereqe derket, ecêb e!? Te malik li Nuriyo xirap kir. Bidomî Xerîp hoste.
Xerîp: Nuriyo li motor siwar bû, min pere berdan binya bêrîkê û wî pedal li motor da. Motor şixulî.
Qerebaş: Ecêb e! Çawa bê birxo dişuxule, kes nizane!

november 11, 2016

DONALD TRUMP Bi ESLÊ XWE NISÊBÎNÎ YE

Hemşariyê me Trump eşkere û vekirî dibêje ku kêfa wî ji kurda re tê. Ew heyrana çavên me û em Nisêbînî bi hesreta dîtina wî ne. Peyvek ku kurda heq kiriye, ji dil dihêne zimên. Merdî, lehengî û fedekariya kurda tê zanîn, lê bi derengî be jî, dema ji hêla rêvebirekî nasdar û bihêz bê gotin, ji bilî dilxweşiyê û nêzîkbûna ji dil, bingeha pirên dostanî û biratiyê li Qamişlo, Mehabad, Hewlêr û Nisêbînê datîne û bi hîsên hevbeş dirêjî New York û dilê dinyê, Washingtonê dike.

Dilê min dibê... daxwaziya min ji Rebê jorîn, Yezdanê dilovan e, carekî be jî mekeve eksiyê û ji a min bike, Trump bike mêvanê me li Nisêbinê. Da ku jê re li perava Çemê Bûnisra, Baraja xopan, sifreyek ji dilê xwe raxînim. Nigên xwe, bê gore û devlingên lê qûlîpî heta kabokan, bi honkayiya Ava Spî û xîza hur re bikin yek, ez ê kêfxweş bibim.

Na, bawer bikin ez ê mastê "Malê Dala" dameynim ser sifrê. Ez carekî pê zikêşî bûm, bila Trump nebe. Divê bitlek şaraba Suryaniyan, ji ên ku bi duayên ezîzan pîr bûye, dilan şa û ciwan dike, tam bike. Ez ê Mîr Trumpê Nisêbînî, ji mal û kûtilkên meta xwe Hesîna, ku mirov piştî sê gepan nagihêje navika wê, dûr bigrim. Bila nanek ardê xas, tenik û qemirî ji nanpêjiya "Cemîl Xencero" bi serûpêyên jinapa min Selîma, ku bi huner û zanînek bilind dide ser êgirê êzingan, bixwe. Di ber de, ew pîvazterk û tivirên ku min beçeyê Nafido dizî ne, bike kirte-kirt, dewek cemidî ji destê meta min Ferha, kaniya hezkirinê, vexwe û li stirana Hesenê Qûtê ”ax û eman wa Eyhanê, memik hinguvê nîsanê, weke heyva li çardeha..de wernê..”, guhdarî bike dê yesker Nisêbînê were bîra wî û li xwe vegere, welatê xwe ê berê û nû şên bike. Bi saya sohbeta Hemed Emînê mala Xensikê ê bi kêf û devlikenî pêşwaziya jiyanê bike. Bi şîretên Ehmedî Xanî me fêm bike, derdê dilê me re bibe derman û reşahiya feleka xayîn bi ser me ve aniye, bi rojên xweş bide guherîn.

Qet şikên we nebe, Trump Nisêbînî ye. Fersendekî bidinê ku li dengbêj û çîrokbêjên Torê guhdarî bike, kurahî û bilindiya kurdî bibe bahoz û wî ji kokê ve bihejîne. Pêrgî çav xezaleke ji taxa fila anku bajariyan bibe. Bila zeriya bedew bi awir, meşa şîn werdeka û bêhna jinantiyê, wî gêj û sermest bike. Dilê ji evînên qelp westiyayî û tîbûna salan diqijile, bi şaraba ji lêvên wê bişkîne. Du demsalan, yek li zozanên Bedlîsê û ê din li beriya Nisêbînê derbas bike dê baştir fêrî kurdî bibe, pê hizir bike, li zimanê xwe î zikmakî bizîvire û axavtina zimanên din li xwe heram bike.

Qûrbana serê we, xwe hêrs mekin, serê xwe li hêt û dîwara mexînin, hinekî guhdarî bikin. Mijara Nisêbînî ye an na, ne spekulasyon e. Erê lêkolîn e, lê tixûbê îdîayê derbas nekirî ye. Hesenê Eloka nikare înkar bike. Emer Pinê, ne dûri aqilan e, dibêje. Derdo di ber min de sûnd dixwe ku rast e. Ger Trump ji min bawer bike, an neke, qet ne xem e, pirsgirêka wî ye. Em Nisêbîniyên ji serê xwe seqet, Trump efendî ji taxa Qijlê dipejirînin.

Heyran, ger hûn hinekî bi sebir bin, ez ê Nisêbîniya wî ji we re bi sedem û delîlan ronî bikim û serpêhatiya windabûna lawikê sê salî, Sersoro, ku îro jî tê qalkirin, girê bidim.

Dema taxa Qijlê ava dibû, hosteyekî sîwax û lêkirinê, ne kêmî muhendîsên îro, mala xwe barkiribû kuçeya Xezebo. Piştî çend salan, Xwedê lawek dabû wan. Rojekê kurikê sê salî bi emrê îlahî nebedî û winda bû. Ew sir, ji hêla muxtarê taxa Qijlê, Hecî Cemîlê Darî ve dihate zanîn, lê wî qet eşkere nekir.

Lawê muxtêr ê biçûk, Çavkesko, ku serê xwe bi hecîtiya bavê xwe nedihêşand, ji dilê xwe Ezdî, sunda xwe bi Lalişa pîroz bû, nîverojê dibû ortodoksekî Suryanî û ji Îsayê Meryemayê bawer dikir û berî razanê bi Mihemedê nûranî re li hev dikir û tenê ji bo nimêja eşa berê xwe dide Xudê, sira bavê xwe derdixîne holê. Serpêhatiya Sersoro a bi efsûn wiha dihanî zimên:

- Nisêbînê bajarek kevnare ye. Li gorî dîrokzaneyan, bajar cihê ilm û perwerdê bûye û kevntirîn zanîngeha pêşî li wir ava bûye. Bi xan, hemam û navendên olî û dîrokî nasdar e. Ne tenê ji bo mirovan bûye cihê ilm, zanîn û pêşketinê. Peytextê cinan e Nisêbînê û di kitêbên pîroz, çîrok, hedîs û serpêhatiyan de qala cinên li bajêr tên kirin. Evîndarî û eşqa nav keçên mîrên cinan û xortên Nisêbînî nasdar in.

Ew hosteyê sîwax û avakirinê, têra xwe jîr û şareza bû. Wî nêzî Qijlê xaniyek ji xwe re ava dikir. Dixwest esasekî qewîn û tekûz jê re deyne û qeboyek ku havînan xênî honik bike, çêbike. Bi rojan zemîna wê kola, kur û fireh kir. Rojek ji rojan, piştî nimêja sibê, duayên ku keçek e şîr helal û bedew bike nesîbê wî, fatîheyek li ser miriya xwend û berê xwe da avahiyê. Daket jêrzemîna kolandî. Bi carekî aliyek jê herifî û kûçeyek reş tê de vebû. Hosteyê min û we, matmayî berê xwe da kûçê. Hesteyê xwe pêxist û di riya teng de meşiya. Ji dûr ve ronahiyek dît û xwe lê girt. Odeyek xuyanî kir û derbasî hundir bû. Keçek bedew, bejinzirav û kezîsor li ser dîwanê rûniştî bala wî kişand. Bi awirên xwe axivîn pêşî, peyv ji wan çênebûn. Herdu ne bi dilekî lê bi hezar dilan, dilketin hevdu. Dîlbera çavbelek keçek ji ên mîrê cinan bû. Qewlê xwe kirin yek, xetera kûştin û mirinê pejirandin ku tu hêz û kes nikarîbe wan ji hevdu veqetîne. Çend rojan di wê odê de man û bi hev şa bûn, tenê Xwedê zane. Dawiyê, daweta wan li dar ket, zewicîn û gihiştin miradê xwe.

Hûn jî zanin, heçî cin in, dema wefat dikin, rûhê wan derbasî mirov, an cinek din dibe. Jina hostê hemîle dibe û ji wan re lawik, ku por serûçavên xwe sorik bû, çêdibe. Sersoro binavkirin, destpêkê.

Heman wextê de, ji cîranê wan, serekeşîra mitirbên Tora Evdînê, Qûtê xatûnê re jî lawik çêbibû û navê wî kiribûn Dolmîşo. Dema Dolmîşo çêbû, mînîbûs, anku dolmîş nû hatibûn bajêr. Bi sûd û nirx bûn. Deûbavê Dolmîşo çûn daira hikumetê, ji nifuse xwestin ku navê lawê xwe bikin Dolmîşo. Lê karmenden turka navê Dolmîşo qebûl nekirin. ”Çi kes navê timobîla li lawê xwe nake”, gotin û navê Durmuş lê kirın. Ji Qûtê Xan re, Dolmîş an Durmuş zede ferq nedikir û nave wî ma Dolmîşo. Nisêbînî, wî baş nas dikin. Ew serokê hunermendên herêmê, hosteyê dahol û zurnê ye, maqûl û mezinê malbata giran a Sivuk e.

”Sersoro ne tu nave. Divê em navekî li lawê xwe bikin ku ji ê Dolmîşo xweştir û nirxtir be”, gotibû bavê wî. Wê demê qemyona Hemedokê li jêrherêma Torê nasdar bû. Barê tevayê hêla Omeriya û Nisêbînê li ser pişta wê bû. ”Qemyono navek baş e, lê ne layiqî me ye”, bersivand dayika lawik. Şêwirîn û niqaşa wan dirêj ajot, dawiyê navê wî kirin TRUMPêlo.

Adet e li taxa Qijlê, ji bilî navê orjînal, her kesek bi dilê xwe an bê dilî wan, kodnavek xwe heye. Bêhtir bajarî, an çavbelên taxê li wan dikin. Heçikçiko, Nafido û Werqîlo tev kodnavên Qijleyiyan in. Her navek serpêhatiya xwe heye. Ji bo Trumpêlo jî wiha bû. Hinekan wî bi Trumpêlo û ên din Sersoro binav di kirin.

Rojek înê bû, Trumpêlo derket devê deriyê hewşê ku bilîze, çû û nema hat. Bi rojan lê geriyan, lê çi şop peyde nebûn, bi emrê îlahî ji holê winda bibû. Kes nizanê bê çi pê hat. Dibe ku ji hêla cinan ve hatibe revandin. Hinekan qala wefata wî kirin. Heta niha çi salox jê nehat hilanîn.

Roja min navê Donald Trump bihîst, min serê xwe bi siyaseta wî nehêşand, kêfa min ji navê wî re hat. Ji ber ku wî navê TRUMPêlo û Dolmîşo dihanîn bîra min. Paşê ez fikirîm û min li wêneyên Trump nerî. Trump bi ingilîzî dihate wateya mêrê çê, zîrek û lîstikvanekî xurt. Trumpêt jî instrumentek muzîkê ye û mîna zurnê ye.

Min çavên xwe li rûpelên dîroka kurda û lehengên me gerand. Trump, bi bejn û bala xwe dişibe betlekî û ne kêmî Rustemê Zal e. Bi heybet e. Bi mêraniya xwe ji Guro zêde kiriye. Bi jîrbûn û giraniya xwe li maqûl, nivîskar û helbetsvanên bajêr hatiye.

Şik tune.. trumpêt birayê zurnê ye. Hejmara zurnevanên li taxa Qijlê, derûdor, xizm û nasên mala Sivûk nikarin bê hejmartin, sê caran ji trumpêtvanên New Yorkê zêdetir in. Dîroka zirnê li Nisêbînê, taxa Qijlê dest pê dike. Mala Sivûk û dayika Qûtê afirenêrên herî mezin ên wan in û tu hunermend nikarin nigên xwe li ên wan bidin. Dema dahol û zirneya Şemdîn û Dolmîşo lê dide û Şemo bi hunera ribabê tê meydanê, bi sedan kes dikevin dora kişandina reqs û dîlanê. Erê dengê Şemo ne xweş e, stiranbêjiya wî nayê kişandin, lê bi telaq, bi hunera xwe Mayqil Ceksin derbas kirî ye.


Bala xwe bidinê de, Trump bi hemû awayên xwe Nisêbînî ye. Ser û pora wî jî hinekî renge sor e. Ez wiha bawer dikim ku, Sersoroyê winda bi xwe ye. Tu şik tune ye ku, rûhê Sersoro, anku TRUMPêloyê mirî, îro li Emerîkayê ye û di bedena Donald Trump de bi cîh bûye û dijî. Trump li Emerîkayê hatibe dinyê jî, bi eslê xwe Nisêbînî ye, ji taxa Qijlê ye, ji kuçeya Şêxo Bêzo, Sofî Incas û Gozelê ye.

Hûn bawer bikin an nekin, ji min re ne derd e. Ji xwe derdê we nayê kişandin! Hûn çi bikin û bêjin jî, ez û birakên Dîk, Qunciro, Hitik û Xerîbo pê bawer in û ji îdia xwe nayên xwarê.

Hemşariyê me Nisêbîniyan, Donald Trump bû serokê Emerîkayê. Trump dixwaze kurd û turka nezî êkûdu bike û li hêla din kurda jibîr nake. 

Nisebînî zanin çi dikin. Aqilmend ne pêwîst in.


Tebînî: Ceribandina nukteyî, ji kitêba Zarathustra Acat bi navê "Sewdanemaya Winda" (2018, weşanên JJ) hatiye girtin.




oktober 23, 2016

GURÎBÛNA LI TAXA QIJLÊ Û SERPÊHATIYA QERÎBOYÊ BISIKLÊTVAN

Lawê hewiyê ye, taxa Qijlê. Taxek navendî li bajêr e, lê rûniştavên wê ji bajariyan nayên hesêp. Nîv gûndî û hinekî jî bajarî ne. Gundek li bajarê Nisêbînê ye, Qijle.

Şaredar gelek caran, bi dengê rûniştvanên wê, tifaq û hevalbendiya ji dil tên hilbijartin. Lê dema li ser kursî rûdinin, yek ji ê/a din kambaxtir dibe. Kes nizane bê nifirên kîjan xêrnexwazan li taxê bûye. Qijleyî, kîjan ziyaret û goristana weliyên Xwedê bi erdê ve kirine yek. Mirov bawer dike ku, şaredarên berê û ên nû, bi hev re sûnd xwarine û biryar dane ku, ji bo pêşketina taxê karên mayende kêm bikin. Ji xwe re çavbel û ji taxê re kor in. Çawa dikin, ez zanim, lê mikûr nayêm, lê piştî dibin şaredar hetanî hilbijarinek nû, ji hêla aborî ve çewalek perê li ên wan zêdetir dibe.

Zabit û karmendên dewletê jî ji bo xizmeta taxê zêde serê xwe nahêşînin. Gilî, gazin û daxwaziyên xelkê didin ber pêlên taloqkirinê û di bîrek bêbinî de kom dikin.

Rê û kûçeyên taxê, bi hesreta asfaltek bi kalîte û qewîn diman. Ez nizanim bê şaraderên me ew zîxurên qelp ji çi deverê peyde dikirin. Pêşî bi zîxur û xîza hur li riyên taxê rast dikirin. Paşê ziftek tenik dirjandin ser û bi silîndirên giran û ji pola bi serhev diguvaştin. Rêya nû heta çend hefteyan baş bû. Paşê, bi baranê re, ew zîxûr bi ziftê re dibû herî. Demsalên çile, heriya ser riyan cihê xwe dida çiravê û xefkên sergirtî. Ew nigên mezin û tirtire ên traqtoran tê de diteqinîn û badanaj dikirin. Havînan jî ji toz û icacokan çav kul dibûn.

Trafoya elektrîka Qijlê ku nêzî seknoka mînîbûsên Omeriyan hatibû bi cîhkirin, mîna volkanek zindî bû. Ji zemanê berê mabû û têra dused malan dikir. Lê dema hejmara taxê bi ser çend hezaran ket, nikarîbû barê wê hilgire. Têlikên wê sor dibûn, bi teqînek mezin dipeqiya û agir jê dipekiya. Ji tirsa, ne tenê mal û dikanên nêzîk, lê tesîra xwe li qehweya Nûriyê kor jî dikir, kesên rûniştîbûn bazidan. Nûriyê reben bi heqê çayên xwe dixesirî.
Bi rojan ji ber nebûna elektrikê, firneya Cemîl Xencero, radiwestiya. Fethoyê xerat nikarîbû tabûtan çêbike û di berde tirên şamî  bike. Ne Sofî Incas karîbû ereba hespa û ne jî Murado faytona xwe li qiraxa rê park bikin, heqê barkirin û siwarbûna erebê, bi tirî û mewîjên Omeriya bidin guhertin.  

Ji xwe li rewşa ava vexwarinê qet nepirsin!

Werin em herin salên berê, dema şaredariyê kanal ji bo kişandina ava spî dikolan. Em bala xwe bidin serpêhatiya Qerîp hosteyê bisiklêtan û hevalê wî Çavşîno.

Malbata Qerîp hoste, çend bira û pismam bi hev re salên nêzî şêstî ji herêma Bohtan, bajarê Sêrtê barkiribûn, hatibûn Nisêbînê û li taxa Qijlê bi cîh bibûn. Qerîbo, şifêrtiya traqtor, batozê dikir û bi cotkirinê mijûl dibû. Tu delîl û şahidê wî peyde nebûn, lê ji sundên wî, em texmîn dikin ku ji tamîrkirina wan hinekî fêm dikir. Hevalên wî ên nêzîk Edo û Forsonê bûn. Qerîbo li wan nerîbû û fêrî tamîrkirina bisiklêtan bibû. Paşê ji xwe re çend bisiklêtên kevin kirî, dest danî ser dikanoka bavê xwe û li wir, bisiklêtên xwe dida bi kirê û li aliyê din tamîra ên xirabûyî dikir.

Navê wî di nifusê de Hisêyn bû. Lê ji biçûkayî jê re digotin Qerîbo û wiha jî ma. Çend caran hat girtin û ji destê polîsan lêdan xwar, tenê Xwedayê jor zane. Navê xwe î nifusê jibîr dikir. Lêdan dixwar lê dîsa jî nedihat bîra wî. Polîs ji lêdanê westiyan. Dawiyê wan jî nema serê xwe bi nifusê êşandin, xetek sor kişandin ser Hisêyn û navê Qerîbo pejirandin.

Cil û destên Qerîbo, ji tamîrkirin û dohnê grêzê reş bibûn. Piştî tamîrê destê xwe dişûşt nedişûşt, qilêra pê ve bi dawî nedihat, paqij nedibûn. Sabûn fêde nedikir, îca bi benzînê dişûşt. Dawiyê Omo, tozsabûna cilşûştinê diceriband. Lê dîsa jî bêxwedîka reşbûna destê wî û qilêr pê ve dima. Qerîbo qet hez ji serşok û serşûştinê nedikir, rûhê wî jê diçû. Ji hefte carekî serê xwe dişûşt. Ew jî çi serşûştin?! Serê wî şil dibû, lê nav paqên wî wiha dima.

Cir xweş bû, hez ji henek û kêfê dikir, rêz û hurmet ji mezin û biçûkan re nîşan dida. Lê dema bêciriya wî bi serhişkiyê re dibû yek, bi kirêdarên xwe re şer dikir. Kêfa wî ji vexwarina eraqê re dihat. Awayê vexwarina wî bala mirov dikşand. Du bitlên biçûk dikirî. Şûşeyek eraq bê av, bitila maye jî, havîna Nisêbînê, ji ber nebûna sarincokê, bi ava têhngerm, kulmek nokên şorkirî û dendikên kûndiran ji dikana Hesenê Eloka re, hêdî hêdî vedixwar. Zû bi zû serxweş nedibû. Dema hêrs dibû, sedema hêrsbûna wî dibû cihê niqaşê. Hinekan digot, germê li ser wê daye û kesên din jî bi bandora eraqê ve girê didan. Ger hûn ji min pirs bikin, sedema hêrsbûn û pêvçûna wî ji ber eksiya xanima wî bû. Şeva ku xanima wî dixeyidî, xwe giran dikir, rû nedidayê û ji ramûsanan mehrûm dikir, dotirî rojê dibû agir û kirêdarên xwe dişewitand.

Çavek ji ê Qerîp hoste baş nedidît. Çavê din jî sipîk li ser bû, nîvbinîv didît. Loma di karê wî de pirsa herî dijwar, şidandina boxriyan bû. Vekirin û jihevxistina bisiklêtan jê re hêsan bû. Lê lihevxistin û şidandina boxriyan dijwar bû. Qûlên ji bo boxriyan baş nedidît. Eger Xuda jê re li hev rast bihanîna, bixro li qûlê rast dihat û dişidand. Lê dema lê rast nedihat, bi zorê qûlek nepêwîst di bisiklêta nû ve vedikir, berê wî û xwediyê bisiklêtê diket ekûdu.

Lawê biçûk ê Muxtarê taxê, hevalê Qerîp hoste bû. Navê wî Çavşîno bû. Muxtêr, bi taciriyê mijûl dibû. Dikana xwe de alavên xwarin û vexwarinê difrot. Çavşîno serê xwe bi karê bavê xwe nedihêşand û alîkariya Qerîp hoste dikir.

Wê wextê beşek baş ji rûniştvanên bajêr, ava vexwarinê ji bîran dikşandin û bi sitilan dibirin malên xwe. Sal bi sal hejmara bajêr zêdetir dibû û ava heye têra xelkê nedikir. Şaredarê nû soza kişandina ava sipî dabû. Boriyên avê, ji serê kaniyê, hêla Bûnisra hetanî ber taxa istasyonê, kişandibûn. Paşê taxên Şêx Reşîd û Bajariyan jî para xwe jê girtin. Taxa Qijlê, mîna herdem, mabû dawiyê.

Pêşî bêmoleya herî mezin û bilind ku ava nîvê taxa Qijlê jê bû, xirap kirin. Tenê bîrên taxê mabûn. Ew jî têra vexwarin, xwarin û paqijiya alavên metbexê dikir.

Li Qijlê, karê kişandina ava spî û danîna boriyan pir giran diçû. Du hefte derbas bibû lê kolandina erdê ji bo danîna boriyan bi dawî nehatibû. Hefteya sêwem, ji ber kêmbûna avê çûna mizgeftê kêm bibû. Kesên diçûn jî, bi cilên xwêdangirtî, dest û pêyên nivşûştî berê xwe didan Xwedê. Nav gavê wan çiqas paqij bû, Xwedê zane. Li gorî şîretên melayê taxê, ku zewicî bû û çend zarokên wî hebûn, lê çavê xwe berdabû jinebiyekê, helalkirin û pakirina laş, piştî eleqata cinsî ferz bû. Erê ferz bû, lê kêmbûna avê guneh û xêr têkilav kiribû. Li gorî Sofî Incas, mirov biroj çi bike ne tê de, lê pêwîst e, ji ber nebûna avê, karê êvarê kêmtir bê kirin. Lê lawê wî Hitik digot ku, xêr û guneh tev di destê Xuda de ye û divê evdên wî têkilî karê Yezdan nebin. Pirsa kêmbûna eleqata cinsî li bajêr, taybetî taxa Qijlê, bibû nûçe û di rojnameyan de belav bû.

Hefyeya çarem xurek ecêp li taxê peyde bû. Pêşî Dolmîşoyê daholvan, paşê Sorê û Şemo herdu hosteyên ribabê pê ketin. Hesenê qûtê û Piftî efendî tevlî wan bûn. Nexweşiya xurê ji qeheweya Eta Mûto derbasî xelkê bû. Şemo û Sorê li nik kî rûnişta, agirê xwirê bi laşê wan diket. Pêşî Dîk, paşê Jîjo, Qîqîyo, Yolsuz, Kerîz Hemal û Reîs pê ketin. Gurîbûn roj bi roj belav dibû. Hesenê qûtê bi stranbêjiya xwe û stirana ”otopêzden gêdiyor, şîşman xanim gediyor” jinemal, Şemo û Sorê jî li qehwexaneyan mêr dikirin qurbana nexweşiyê.

Ne ji doktor û hekîman, hûn werin ji min pirs bikin. Tu zewq ji gira xurandina gurîbûnê xweştir peyde nebûye. Mirov çiqasî laşê xwe, dor çeng, nav şaq û bin zikê xwe bixwerîne, ewqasî li xurandinê sortir dibe. Ji xurandinê çermê laşê mirov bi neynukan dihête xwarê, lê daxwaziya xurandinê naşike. Dema germî, an ava germ bandor li laşê mirov dike, zewq û xweşiya xurê dubare dibe.

Henano, ji xwe re şêwe û alavek nûjen ji bo xurandinê peyde kiribû. Berî Letîfê Talatî devê dikana aşê xwe veke, diçû wir û bi kevirê gincirî ê êş pişta xwe dixwurand. Perçeyên qûmaşê cilên wî pê ve dima. Dema Hecî Letîf dihat êş, qet fêm nedikir, bê çawa perçeyên rengîn bi gundorê êş ve zeliqî mane.

Ji xurandinê, pizirkên hurik di laşê mirov de derdiket. Paşê, bi teqandina wan, gurîbûn li laşê mirov belav dibû. Fikretê sixye ku qet bi kurdî nizanîbû, ew nexweşî bi ”uyuz” binav dikir. Şîret li xelkê dikir ku herin nexweşxanê û derman di laşê xwe bidin. Lê tu kesî ji a wî ne dikir.

Qerîbo, şev û roj di nav dohnê grêzê û qilêra bisiklêtan de bû. Loma çi bakteriyan zora wî nedibir. Nexweş nediket. Laşê wî fêrî qilêrê bibû, nexweşiya gurîbûnê nikarîbû zora wî bibe û xwe nîşanî wî bide. Henekê xwe bi mirovên xwe dixurand dikir.

Gelek kes ji taxa Qijlê bi nexweşiya xurê ketibû, lê gelekan navê wê nas nedikirin. Qerîbo digot ”hebe tune be, ev êşa mirişka ye”. Û wiha jî ma.

Henekvanê taxê kesekî naskirî bû. Bûyerên wiha giring û dîrokî bi serpêhatiyekî ve girê dida û ji xelkê re digot. Li gorî wî, jinek û mêrê xwe bi êşa xurê ketibûn. Dema razanê, herduwan niyeta xwe li hev xira kiribûn. Ji hêlekê zewqa cinsî û ji hêla din xweşiya xurandinê ketin musabeqê. Dema mêrik li xwe xweş dihanî, jinikê xwe xurandiye. Dema jinik nêzî sînorê dilxweşiyê dibû, mêrik dest avêtiye qûna xwe û xurandiye. Çîroka razanê, çawa dawî haniye êdî hûn texmîn bikin.

Wê rojê Çavşîno dereng hatibû dikanê. Destê xwe dirêjî nigek peqiyayî ê bisiklêtekî kir. Li helêkê nigê bisiklêta teqiyayî pif dida û li aliyê din xwe dixûrand. Çêkirina nigê teqiyayî deh deqe digirt, lê saetek derbas bibû hîna jî bi çêkirina wê û xura laşê xwe mijûl bû. Ji xwe rojê du-sê kar dihate ber destê Qerîp hoste û nanê xwe jê derdixist. Wê rojê û dotirî rojê çi karê teslîmî lawê muxtêr kir, tev man û ji ber gira xura xwe, yek jî nebir serî. Rewşa wî, Qerîbo pir aciz kiribû. Bi hêrs jê re got:

- Ev du roj in, me tu kar nekir. Pere tune em ji xwe re bitlekî eraqê bikirin û vexwin. Dora te ye îro. Divê tu ji mere şûşeyekî mezin bikirê.
- Perê min tune ye, Qerîp hoste.
- Ez fêm nakim! Ji dikana bavê xwe hinek pere bîne.
- Ez nikarim pera bidizim.
- Malê bavê te ye, dizî nayê hesêp. Ji bêrîkekî derdikeve û dikeve bêrîka din.

Çavşîno xwestina Qerîbo bi cîh anî. Ber êvarkî, hinek dendik, nok û fistek di dest de zîvirî dikanê û alav di qûtiya dikanê de veşartin. Berê xwe da navenda bajêr û bitlek mezin a eraqê anî. Dawiyê, çû malê, hinek qeşa, nan, penêr, lîmon û çar îskan anî. Tev li ser masê bi cîh kirin.

Dikana Qerîbo sê metre dirêjbûn û du metre jî firehbûna xwe hebû. Ji xwe teng bû, dema bisiklêtên xwe jî dixist dikanê tengtir dibû. Carê, bisiklêtên xwe li dawiya dikanê li ser hev dikir mîna kaşekî. Ber êvarkî dîsa wiha kir, bisiklêt ser hev bi cîh kir, deriyê dikanê ku ji depên stur bû, girt. Kursiyek biçûk şuxlê Amedê da pişt derî, cihê qûna xwe li  ser xweş kir, rûnişt û îskana pêşî bi ser xwe dakir.

Piştî vexwarina îskana sêwem, dest bi tira dikir. Tirên xelkê bi deng in, lê kêm bêhn in. Lê ên Qerîbo weke ku urê gayekî li erdê bimîne, an mirov bi xwe ve gû bike, bêhn jê dihat. Mecalê nefes standinê nedida mirovî. Vekirina derî bêsûd bû, çi niyeta bêhnê û derketinê tune bû. Bêhnê çi tesîr li Xerîbo nedikir, bêhna tirên wî pê xweş bû, lê mala ê mêvan xirap dibû. Heçî mêvan, ji eraqê û bêhna tiran serxweş û gêj dibû. Qemyonek lê biqelibiya, bi êşa xwe nedihisiya.

Demhejmar nîvê şevê nîşan dida. Qerîp hoste û lawê muxtêr îskanên dawiyê jî noş kirin, ava mayî vexwarin û çend nok avêtin devê xwe. Çavên Çavşîno ji vexwarinê sor û serê wî ji nebûna hewa paqij û eraqê gêj bibû.

Qerîp hoste bi carekî re rabû ser xwe, destê xwe dirêjî mifteya ji pola a ingîlîzan kir. Mifteya ingilîzan, ji bo sistkirin û vekirina bixroyên bendên avê bikar dihanîn. Zêdeyî nîv metreyan dirêj û têra xwe stur bû. Li ser serê Çavşîno sekinî, bi hêrs û biryar jê re got:

-Zu! Cilên xwe ji xwe bike!
- (Lawê muxtêr hinekî bi tirs û bi şik rabû ser xwe. Fanerê xwe ji xwe kir û pê re bi nermî axivî) Qerîp hoste, çend sal in em bi malbatî dost û nasên êkûdu ne. Eyb e. Niyeta te xirab xuyanî dike. Bavê min pê bihise dê fermana te ji van deveran rabike!
- Qise meke! Cilê xwe ji xwe ke, min go!
-(Fanerê bin cilan ji xwe kir û dudilî bişkokên pantorê xwe vekir) Eyb e Qerîp, karên wiha çewt bi te nakeve!
- Pantor ji xwe ke û xwe tazî bike zû, gotê û mifteya ingilîzan li çîmê Çavşîno da.

Ji êşa agir bi hinava wî ket. Hawar û qîrînî hat bîra wî. Lê nîvê şevê bû û tu kesî dengê wî nedikir. Bikira jî heta bihata bi hawarê, dikarîbû Qerîbo dest an çengê wî bişkîne. Tevayê cilan ji xwe kir û tenê terpiyê kinik lê ma. Qerîbo bi nigê xwe qutiya mezin a dohnê grêzê kişan ber bi xwe ve. Dohnê grêzê qalind, mîna mastê kîsikan e û rengê xwe, sorê tarî ye. Mifteya ingîlîzan ji destê xwe danî alîyekî û rahişt berikek zengarî ê sewax kirinê. Bi hêrs ji lawê muxtêr re got:

-Terpiyê kinik jî ji xwe bike, kes xwe bi te naherimîne, nake te, metirse!

Armanca Qerîbo qet fêm nekir. Riya felatê nedît û teslîm bû. Terpêkê kinik ji xwe kir û şift û tazî ma. Laşê Çavşîno, ji nexweşiya gurîbûnê kul bibû û pizikên hûr bedena wî rapêça bû. Encama xurandinê ew perîşan kiribû.

Qerîb hoste, bêrika (kevçî) sewaxê di dohnê qalind ê grêzê de bir xwarê. Bêrika bi grêzê nîvdagirtî di laşê wî dida. Tevayê brînên wî ku ji ber xurandinê kul û pizik bibû, bi bêrikê xeritand û brînêd wî têr grêz kir.

Çavşîno ji vexwarinê serxweş bibû. Di serî de şewata dohnê grêzê lê tesîr nekiribû. Lê dema pizik tev peqandin, grêz brînên wî şewitandin, agirek gur laşê wî rapêça. Ji şewatê pirça serê wî rabû ser xwe û dest bi girî kir.

Hêstirên çavê wî ji ber xwe ve mîna baranê diherikîn. Şewatê ewqasî zoriyê bir ku, bû tirtira qûna wî û bêhn bi hundirê dikanê xist. Qerîbo jî nema karîbû ji bêhna li hundir îdare bike. Bi destekî xwe bêvila xwe girt û bi destê din, deriyê dikanê vekir û derketin derve.

Laşê lawê muxtêr reş, sor û şîn bibû. Nema karîbû bigriya. Qutikê xwe li xwe kir. Pantorê xwe bê terpî kişand ser zikê xwe û berê xwe da derve. Ji şewat û êşê xwe li ser nigan nedigirt. Qerîp hoste bi milê wî girt û berê wî da malê. Bi hêdîka deriyê hewşa mala muxtêr vekir û Çavşîno berê xwe da odeya razanê. Tevlî cilên bi rûn xwe avêt ser nivîna xwe. Ji êşa çiqasî xwe qûlpand vî alî û aliyê din, tenê Xwedê zanîbû. Bi wê êşê di xew ve çû.

Serê sibê dayika Çavşîno ji xew rabû û hat odeya wî a razanê. Ji nav nivîna wî rûnek sorereş herikîbû ser merşê. Tirsiya ku buyerek hatiye serê lawê wê. Dema nefes stand, fêm kir ku sax e. Av germ kir ku têra cil, nivîn û serşûştina wî bike. Çiqas sabûn di laşê wî dida, kef nedida. Piştî çar caran sabûn kir ji nû ve kefek sivik bi ser pora wî ket. Avek bi dohn û soretarî ji serşokê diherikî. 

Lawê muxtêr bi saya Qerîbo ji xurê rizgar bibû. Lê dohnê grêzê ku ji laşê mirovan re pir bi xeter e, çermê laşê wî şewitandibû. Bêhna wê î giran û bi şewat, bandor li rêya nefesa Çavşîno kiribû. Êşa wan demek dirêj domiya.


Nexweşiya xurê li taxa Qijlê baş domiya. Bi alîkariya hekîmên kurdîaxêv û kişandina ava spî winda bibû.

Ceribandin: Zarathustra Gabar ÇIYAN

juni 17, 2016

WEFATA HENEKBÊJÊ HÊJA ŞEHMUS DUMAN (ŞÊXO DÎNO)


Heçî bajarî ne, bêhtir li navenda bajarê Mêrdîn, Nisêbîn û Midyadê dijîn. Nijada xwe pirçandî ne. Ne ji ereb, kurd, turk, ermenî, ezdî an jî suryaniya ne. Dema li hesabê wan tê, keç dane êkudu, xwîna wan bûye yek û merivantiya nav wan qewîn e. Bi erebiya herêmî, ku di nav de peyvên suryanî, kurdî, ermenî û turkî pir in, li gorî dilê xwe ditewînin, nazik û nazdar dikin û diaxivin.

Salên xelkê jiyana xwe bêtir li gunda didomand, ew ji bajêr û bajarî bûn. Wan xwe xwende û zana dihejmart, hinek ji wan tacir û beşek jî karmendên dewletê bûn. Jin û qîzên wan, bi cilên xwe ên modern, qapqapkên (qondire) kabik bilind, bêhna berûbeden û pora bi sabûna zeytil-xar û gulavê şûştî, zîrekbûna karê metbex û axavtina nazik û nerm, bala mirovan dikşandin. Ji gundiyên bar dikirin bajêr û ji bo pêşketina bajêr di gundîtiyê de israr dikirin û nedibûn bajarî, hes ne dikirin û bi çavekî nizm li wan dinêrîn. Tadeyiya wan, eşkere û an sergirtî li kurda, bi taybetî gundiyan dibû.

Berî 1975 an, Evdilqadir Paşa, Yildirim û Yeni Turan sê taxên giring û navendî ên bajarê Nisêbînê bûn. Desthilatdariya bajariyan, li wan taxan zêdetir xuyanî dikir. Lê xelkê taxa Qijlê (Kişla) berevajiyê wan, bi adet, tore, zimanê xwe jiyana xwe didomandin. Wir mîna taxek e serbixwe xuyanî dikir. Malbatên ku ji gundên cewaz, ber pirsgirêkên eşîrtî, xwînî, hejartî, zilmê bar dikirin, li deverên bi sitar û ewle digeriyan, berê xwe didan Nisêbînê, taxa Qijlê. Omerî, Bohtiyên Sêrtê, Dêrikiyên ji Çiyayî Mazî, Hebizbinî, Qereçên (Roman) kurd, Mitirb ûhwd bibûn rengên bingehîn ên taxê…

Piştî 1965 an, bi mezinbûn û zêdebûna hejmara xelkê re, fikra xwe parastin û biçekirina şexsî, cihê xwe dida, tifaq û yekîtiya li Qijlê. Pirsa pêkanîna taxek bi ewle û sitar ji bo rûniştvanên wir giringtir dibû. Bi hilbijartina muxtarê nû û heyeta rihsipiyan re, karê wan rêkûpêktir û hêsantir bibû. Hevkarî û hevdîtina bi endam û rêvebirê eşîr, bavik û şexsiyetan re rêkûpêktir dibû. Çavdêriya taxê cidîtir dihate dîtin û çûn û hatina kesên biyanî ketibû bin kontrolê. Bi niqaşkirina nakokiyan çaraseriyên însanî peyde dikirin. Taxa Qijlê dibû çaviyek mêzênê, balansek li hemberî hêza bajariya dihanî pê. Wisa jî bend û zirxek xwezayî bû li dijî xeterên ji derve.

Tixubê taxê, ji bexçeya Nafido û sînema zarokên Şêxo Şentil Hafa dest pê dikir. Ji mala Şêxo Dîno, Ehmed Xifşê, Heçikçiko, Emer Pinê, Hesenê Eloka, Qîqîyo û Keftaro dirêjî pirika (koprîka) Eleman û binya fabrîka ta dibû. Ji wir xwe berdida hêla bîrika, nik dibistana Devrîmê, nêzî mala Karûş. Paşê silavek dida Sovî Incas, lawê wî Hitiko û Xezebo, Şêxo Bêzo, malbata Piftî û Şemo, birakê Dîk û ji Ata Mûto dizîvirî ber bi kolana mezin. Sînorê wê, li navenda taxê, sê rê, nêzî dikana Fethoyê tabûtçî û Cemîl Xenceroyê nanpêj, bi dawî dihat.

Tax, mîna mirov gundekî li bajêr ava bike, formê xwe digirt. Li kolanan dîk, mirîşk, pisîk û golik dibeziyan. Bi qirşikên pembo tenûrên xwe sor dikirin û serûpêyên xwe, li ser sobe û tifikên agirê xwe ji tepikan, dikelandin. Beşek ji xelkê, erdên nêzî taxê deman dikirin. Li wir bi bexçevanî û beşê din jî bi xwedîkirina pêz mijûl dibûn. Hejmarek kes, qeçaxî dikir. Ji serxetê, ser erdê bi mayînan çandî re derbasî hêla binya xetê dibûn. Mal dibirin û dihanîn.

Xelkê taxê, roj bi roj rewşa xwe baştir û pêreyên wan zêdetir dibûn. Dikanên ji sûka kaçaxçiyan dikirîn, karên xwe mezintir dikirin. Hayê dewletê ji taxê û karê keçaxê hebû. Zilma li ser sînor û sûka keçaxçiyan dihatin rojevê. Lê piştî dikanên wan bûn ticaretxane, baca xwe didan û bazara ser sînor nîvfermî bû, wezîfedar jî bêdeng bibûn.

Wextê rewşa xelkê ji hêla aborî ve baştir bû, çareseriya pirsgirêkên wan li gundên jê hatibûn, dibûn cihê niqaşê. Çûn û hatin dest pê kir û gelek pirsên xwîn û neyartiyê, bi diyalog û aştiyê çaraser kirin.

Tax, ne tenê ji rûniştvanê Qijlê re, lê piştî salên 70 î hemêza xwe ji şiyarbûna ciwanan û karê çandî re vekir. Ji 1975 an pê ve li tevayên taxên bajêr hejmara kurda zêdetir bibû. Kesên mîna Mûsa Anter û Zibêyr Yildirim dibûn çira û ronahî belav dikirin. Ciwanên taxê di komelên legal de bi xebatên çandî mijûl dibûn. Heskirina netew û zimanê xwe xurt dibû û rengê xwe dida niqaşên rengîn li qehwexane, dibistan û şahiyan.

Taxa Qijlê hêza xwe ji yekîtî û tifaqê girtibû. Tev bi saya diyalog û hevfêmkirina êkûdu hatibûn pê. Şîdet û hişkiya navxweyî nedihat pejirandin. Ew tore hetanî sala 78 an domiya.

Erê qedexeya ziman û xebatên çandî hebû. Lê bi sînor be jî, kar û xebata siyasî û çandî dihatin kirin. Bandora çanda bajêr li gelek kesên nasdar ku îro di edebiyat, huner û siyasetê de xwedî gotin in, bûye.

Apê Şexmûs, Şeymus Duman, anku bi navê xwe î nasdar, Şêxo Dîno”, yek ji wan kesê pêşî bû ku di avakirina tifaqa taxa Qijlê de rol lîstiye. Bi şîret û tebîniyên xwe, rê nîşanî ciwanên taxê dida. Dostê dostê xwe bû. Şîretên xwe nûkteyî bûn, bi pêkenok, an serphatiyek  e komîk dihonand û dihanî zimên. Mirov ji sohbeta wî têr nedibû.

Bavê min, bi bazirganiyê mijûl dibû. Malê xwarinê difrot dikandaran. ”Şêxo Dîno, ji kesên bêaqil, hêrs dibe. Ew, bi aqil û zîrek e. Dost e, mîna zêr e, qet xirap nabe. Mirovek lê hêja ye”, digot, bavê min. Bi rastî jî wiha bû. Kêfa me pir jê re dihat. Ez û lawê wî mamoste Abidîn weke du bira, li heman tax û kolanan mezin bûn.

Min, cara dawî apê Şêxmûs li parka bajêr dîtibû. Ez çûm cem wî û em rûniştin. Ji dîtîna min pir kêfxweş bibû. Zanîbû ez bi rojnamevaniyê mijûl im. Lê ji ticaretê jî haydar im. Dawiya sohbetê wiha gotibû:

- Heçî hûn, ên li derve, li Europayê dijîn, şîreta min bikin guhar biêxin guhên xwe. Tenûr bi tir û fisan germ nabe. Nisêbînê tenê bi peyvên siyasî û ên xweş pêş de naçe û ava nabe. Pêwîstiya bajêr, bi kaniyên nû ên aboriyê û fikrên nû ên bazirganiyê heye. Dema hûn bên serdana welatê xwe û ez heqê çay û qehweya bidim, eybek mezin e. Wê wextê qet mezîvirin û meyên Nisêbînê baştir e. Min fêm bikin û hew!

¤¤¤

Rojekê Apê Şexmûs li qahwexaneya nêzî komela Kawayiyan (Dengê Kawa) rûniştî bû. Temo û Guro, li ser maseyekê ”teoriya sê dinya” Mao Tsetung niqaş dikirin. Kesên li dora wan guhdarî dikirin. Lê çend kesan niqaşa wan fêm dikir, ne diyar bû. Qala çi dikirin û mijar li ser çi bû, ji wan re xerîp bû. Apê Şexmûs rabû ser xwe û ji wir dûr ket, hinekî bi hêrs axivî:

- Her sê kitêbên Xwedê û pêxemberên wî, tenê qala du dinya, dinya û axretê dikin. Temo û Guroyê mitirb, ji me re dinyake nû peyde kirin. Em bi kerî her du dinya nayên, wan yek din jî lê zêde kir. Bi telaq van Kawaciyan serê xwe xwarine û ji min dîntir in.
Lê eyba taxa me ne, em naxwazin eşkere bikin û hew.

¤¤¤

Havînan, hejmara xelkê bajêr, bi taybetî taxa Qijlê pir zêde dibû. Xaniyên bi kirê peyde nedibûn. Karkerên pembo bi malbatî dihatin bajêr û karê tevrika pembo û matotê (berhevkirina pembo) dikirin. Gelek caran mafê keda wan, ne di wext de, lê  bi derengî didane wan. Lewra gelek kesan pêwîstiyên xwe bi deyn dikirîn.
Dema hejmara bajêr bilind dibû, beşek ji heşinayî û fêkiyên herêmî têra xelkê ne dikir, ji derve dihat. Lewra buhayê wan zêdetir dibûn. Li Turkiyê bilindkirina buhayê xwarinê rojane dibû û tesîra xwe li herêma kurda yekser dikir.

Wê sale rewşa karkeran pir xirap û deynê wan zêdetir bibû. Xwarin û kirê buhatir bibûn, lê heqê roja tevrikirinê û berhevkirina kiloya pembo mina xwe mabû. Xwediyê erdan heqdestên karkêran bi derengî xistibûn.

Kawayiyan propaganda dikirin ku buhabûn kêm bibe. Da ku heşinayî û fêkî erzan bê firotin. Mijara buhabûnê, li qehwexaneyên bajêr bibû cihê niqaşên germ. Çaraseriya pirsê ne hêsan bû. Bi giştî du pêşniyar dihatin niqaşkirin. Heçî Kawayî (kawaci) û hin kesên din, xwepêşandanek li dijî buhabûnê pêşniyaz dikirin. Bavê min û hin kesên din, dixwestin îmzeyên xelkê berhev bikin û ji hikumetê re bişînin ku bi pirsê mijûl bibin.

Apê Şexmûs jî tevî wê niqaşa rengîn bibû. Li civata lê rûniştî bû, pêşî piştgiriya Kawayiyan kir, paşê li wan hat xezebê û axaftina wiha domand:

- Dibêjin, li dijî buhabûnê dê îmzeyan bidine hev. Heyra, heta nameya we biçe Anqarayê û bersiva wê bidin dê tirî bibin mewîj. Bi telaq xwepêşandan baştir e. Lê dive ne tenê Kawayî, lê bi yekîtiyê bibe.
- Çima tu wisan dibêjî, Apê Şêxmûs!? Kawayî bi hejmar ji gelek hêzan pîtir in. Hêza wan li bajêr xurt e û bi sere dikarin xwepêşandanê rêve bibin, bersiv dabû, kesekî din.
- Heyra, dengê tenê deng jê dernayê. Erê Kawayî gelek in. Lê mecalên wan bi sînor in. Bi tevayê Kawayiyan demançeyekî xwe heye, ew jî xirabe ye û dema pêwîst dibe, nateqe.


Belê du roj berê, apê Şexmûs wefat kir. Bê guman, cihê wî û valabûna li pey xwe hiştiye, qet nikare bête dagirtin. Nisêbîna rengîn, pirtûkxaneyekî zindî li ser dîroka herêmê û henekbêjekî giranbuha, Şehmus Duman winda kir. Bila serê malbata wî sax be. Yezdanê dilovan wî bi rehma xwe şa bike û cihê wî bihuşta rengîn be.

Z. Gabar ÇIYAN