oktober 14, 2013

Pirtûk: Di Edebiyata Devkî de Pêkenokên Erotîk


 
Rojnamevan-Nivîskar Zarathustra Çiyan demek e li ser mijarekî giring, "Di Edebiyata Kurdî ya Devkî de Pêkenokên Erotîk" dixebitî. Xebata Çiyan hêdî dighêje hedefa xwe û ew dixwaze wê bike pirtûk. Li ser pirsê dîtîna Çiyan wisa ye:

"Edebiyata devkî ji awira pêkenokên erotîk ve têra xwe dewlemend e. Beşek mezin ji pêkenokan her çiqasî di nava xelkê de bêne bikaranîn jî, ji ber tabuyên giştî, zêde nehatine nivîsîn. Pêkenokên erotîk, mîna gelek nirxên din yên çandî û edebî, bi çandên cîran re di têkiliyê de ne û dikevin ber xeterên bîrûbaweriyên biyanî. Xeterên wisa hêza tabuyên hene mezintir dikin û bi wext û zemên re rê li ber karanîna wan digirin.

Pêkenokên me, hem mirovan dikenînin li aliyê din jî dide hizirkirin. Li ser cî, têkilî û normên civatê agehdariyê didin. Bi tebîniyên xwe mirovan şiyar dikin. Bi giştî, çîrok, dîmen û têkiliyên şehwetbar ji bo guhestina mesajan, navgîn in.

Lewma, berhevkirin, nivîsîn û parastina pêkenokên erotîk karekî giring e. Bêguman e ku, nirxên wisa giranbuha di pirtûkekî de hilnayên. Lê xebata min gava yekê ye û dê rê ji bo xebatên baştir veke. Pêkenokan ji windabûnê rizgar bike."


Fermo pêkenokek ji xebata Çiyan:

Ne tu dikê û ne dihêlî hinekî din bikinê


Apê Şêro, dewlemend, xwedî mal û milk bû. Piştî wefata xanima xwe, di 60 saliya xwe de, biryara zewacê da û çavê xwe li jinekê gerand.


Xoxê, serê merê xwe di ciwaniya wî de xwaribû û di 28 saliya xwe de bî mabû. Du sal di ser mirina mêrik re derbas bibûn. Tenêbûn, agirê di nava wê de her roj gurtir dikir û tîbûnê li serê wê dixist. Hîsên wê mîna îşareta berteqîna volkanekî, di awir û xetên bejna zirav, di dema meşa di bin fîstanê hurekulîlkên pembeyî de, bi hemû şehwet û ziraviya xwe xuyanî dikir.

Bêguman e apê
Şêro hosteyê xwendina awirên çavxezelan bû. Wextê Xoxê di ber dikana wî de bi fîstanê pembeyî mîna şînordekekê derbas dibû, ji pêşî ve, awir, lêv, sîng û berê wê û dema pişta xwe didayê, pêlên di xetên laşê nerme û bêhna gulavê ji dora sikûrê difûriya, heyecan û kut-kuta ser dilê wî zêde dikir û hişê wî ji serî dibir.

Xoxê jî li hemberî wî ne bê hîs û helwêst bû. Bi emir ji wê mezintir bû. Lê mal û milkê wî hebû û hetanî cihekî eyba wî pîne dikir.

Dost û nas ketin navberê de, herduwan ji bo zewacê lihev kir û piştî dawetê gihiştin miradê xwe.

Rewş û kêfa apê
Şêro
herdu salên pêşî di nava nivînan de nexirap bû. Paşê, nema bi fisa xwe dihisiya û di ber sînga jina ciwan de, di xew ve diçû. Xoxê, bi sebir, bi xwarinên tewaş, firkandin û lîstokên şermokî hîsên wî yê mêraniyê radikir. Lê rabûn û kirina wî weke peqandina fîşeka qelp bû: Ne di wextê xwe de û di nîvê rê de diteqiya, vala û pûç dibû.

Apê
Şêro
li dikana xwe kar dikir. Xoxê jî di dema nimêj, rojî û derketina sefera malkirînê li ber dikanê dima, alîkariya mêrê xwe dikir.

Heso, li taxa jorîn ji xwe re dikanek biçûk vekiribû. Emrê wî zêdeyî 27 salan bû, lê ji ber tunebûna malê dinyê nikarîbû ji xwe re jinekî bîne û bizewice. Biryar da ku dest bi bazirganiyê bike. Dikanek vala dît û kirê kir. Nêvî yekser û nêvî jî bi deyn, ji dikandar û bazirganên mezin yê bajêr dendik, nok, şekir û lîstikên zarokan dikirî û difrot. Lê cira (sixlet) wî û dana deynê xwe, qet nexweş bû.

Heso, ji apê
Şêro jî mal dikirî. Herku diçû deynê wî zêde dibû. Apê Şêro
çend caran çû devê dikana wî û deynê lê xwest. Lê hercar soz dida ku çend roj din bide.

Dikana Heso li taxa jorîn bû. Bi meşê demjimêrek (saetek) dikşand. Apê
Şêro ji çûn û hatinên bê encam westiya û nema dikarîbû here dikana Heso. Biryar da ku di şûna xwe de Xoxê bişîne.

Xoxe, roja yeke û çû bê encam vegeriya malê. Apê Şêro jê pirsî:
- Heso deynê xwe da?
- Na, pê re tune bû. Lê soz da ku hefteya li pêşiya me bide.

Apê Şêro, adinî heftê carekî din berê Xoxê da taxa jorîn, dikana Heso. Xoxê, bi qasî demjimerekî (saetek) bi derengî û dest vala, lê bi dilekî xweş vegeriya malê. Apê Şêro meraq kir û pirsî:
- Deynê xwe da, an na?
- Vê carê sonda asê xwar ku hefteya li pêşiya me bide.
- Xêre, tu pir bi kêf xuyanî dike?
- Ez fedî dikim bêjim. Ez bawer im, tu dê piştî 65 an bibe bav. Ez neketime cilan. Dibe ku ez hemîle bim.

Apê Şêro
hinekî bi kêf, piçekî jî bi şik li Xoxê nerî û di bin simbêlan de keniya.

Her hefte çûn û hatina Xoxê zêde dibû. Hercar, zêdeyî saetekê dereng dihate malê. Ne Heso deynê xwe dida û ne jî Xoxê ji çûn û hatina taxa jorîn diwestiya.

Zikê Xoxê herku diçû dinepixî, mezin dibû. Apê
Şêro
ji aliyekî bi kêf û li aliyê din jî bi şik bû: Bavîtî hîsek pîroz e. Lê derdê zirbavîtîyê qet nayê kişandin, digot, di dilê xwe de.

Biryara xwe dabû. Nema karîbû bi şik
û şûpheyan
bijî. Divê rastiyê fêm bike. Da ku dilê xwe rehet bike. Piştî Xoxê bide rê û here taxa jorîn dê bi dizî bide pey û wê taqîp bike.

Xoxê, weke hercar, fîstanê xwe yê gulsorîn berda ser bejna xwe ya zirav. Qelema kilê kişand çavên xwe, lêvê xwe sor kir, bêhna gulavê bi xwe dakir û berê xwe da taxa jorîn. Apê
Şêro
jî, piştî nîv saetê, rahişte çagunê xwe (kopal) û berê xwe da dikana Heso.

Dema giha taxa jorîn, dikana Heso girtî dît. Şikên wî mezintir û kîna dilê wî girtir bû. Berê xwe da mala wî û deriyê hewşa Heso bi hêdîka vekir. Wextê kete hundir çi bibîne: Heso, Xoxê tewandiye û lê siwar dibe. Apê
Şêro ji hêrsa nema xwe girt, kopalê di destê xwe bilind kir û hetanî Yezdana dilovan qewet dayê de, li nîvê serê Heso xist. Heso, bêhiş li erdê ket. Xoxê
çû û li ser serê Heso rawestiya, bi hêrs jê re got:
- Segbavê pîs û lewitî. Him deynê xêlkê nade, hem jî dikê jina xelkê. Ew jî têr nake, di ser de jina xelkê dinepixîne! De bixwe!


Piştî qasekî, Heso hat ser hişê xwe û bi tevayê hêza xwe çend kulm li pêhn serûçavên apê Şêro xist. Apê Şêro, bêhiş, mîna mirîya li erdê ket, dirêj bû. Xoxê berê xwe da cendekê pîremêrê xwe li erdê nîvmirî dirêjkirî, li ser serê wî rawestiya û bi hêrs pê re axifî:
- Çepelê genî û pîrê kîrqermiçî! Ne dikare bikûtê jinikê, ne jî dihêle ku hinekî din bikinê de! Me ev edelat e? Qenc û xweş bi te kir.


Heso û Xoxê, apê Şêro li erdê razayî, ji devera mabûn li karê xwe berdewam kirin.