december 10, 2014

Perwerda bi zimanê Osmanî

Mihemedo, gundî bû. Pîvana qencî û xirabiyê, di wextê zaroktiyê, ji dêûbav, xizm û dostan fêr bibû. Zîrek bû. Lê li dibistana seretayî bi "bêaqil" bûnê hate binavkirin. Piştî pola duwê, mamoste pê re westiyan. Ji bilî xwendinê pê ve li turkî germ nebû. Lewma jı pola sêyem heta pênca, kefa destê mamostan ji tevizandina lêdanê, ne jî sorbûna hinarkên wî ji sorbûna şimaqan rizgar nebû. Pirtûkên dersê bi xwe re qet nebir malê. Deftera pênc salî, mîna duhî nû bû û bi nêvî nebibû. Ji Kemal re qet negot, "bavê me". Wêneyên Ismetê ker, dida ber meqesê.

Bavê wî di zemanê xwe de, çûbû Kurdistana jêr destê Iraqê. Li gorî gotinan alîkariya Mistefa Barzanî kiribû. "Mal dibistan e, mirov çi bide zarokê wisa mezin dibe", digot ji xwe re. Qet bi Mihemedo re nexeyidî. Lawê xwe û helwêsta wî xirap nedî. Lê dayika wî, dema serşokê, qalibê sabûnê li serê Mihmedo dida da ku aqil bibe û bixwîne. Lê Mîna tu keviran li dîwarê hesinî bide, qalibê sabûnê dihilî û dişkest, lê serê Mihemedo nedişkest û aqil nedigirt.

Piştî 12 îlonê ji ber pirtûkek bi kurdî tê girtin. Têra xwe lêdan xwar. Piştre kete ber şik û zexta dewletê. Û derket derveyî welêt.

Li Swêdê, tenê diçe serdana dost û nasan. Wextê dimîne bi çandiniya bexça xwe derbas dike. Rojeva li welêt ji kanalên televizyonê dişopîne.

Ez gelek caran diçim bexçe û bi Mihemed re sohbetê dikim. Vê carê jî piştî vexwarina çayê, dîtina wî li ser mijara fêrbûna zimanê Osmanî li Turkiyê û Kurdistanê dipirsim. Wisa formule dike dîtina xwe:

"Em havîna li ser xênî, textê çarçovekirî û perdekirî radizan. Ez heft an heşt salî bûm û nivîna min nêzî aliyê dayika min bû. Li binya textê me, cêrê avê, çend zebeş an petêx, nan, penêr û hêşinayî kêm nedibû.


Ez êvara ta derengê şevê bi zarokên gund re dilîstim. An ji bo şevbêrkê diçûm mala hevalên xwe. Şevekê zû hatibûm malê. Bi mêrdîwenê hilkişiyam serê xênî. Dengek xerîp ji aliyê textê razanê dihat. Min dît ku bavê min hilkişiya ye ser zikê dayika min (!?)

Bavê min mirovek girs, dagirtî, şidiyayî xuyanî dikir. Dayika min, bi nazik û nazdar, bejin ziraviya xwe deng dabû. Di bin bavê min û giraniya wî de winda dibû. Tirsa min ew bû ku dayika min di bin de pipelçike, textê bin me bişke û em tev bikevin erdê, seqet bibin. Dengê xerîp ku ji dayika min derdiçû, ez kezep qetandî kirim. Min nema xwe girt, rahişt zebeşekî û li serê bevê xwe da û gotê de:

- Ji ser zikê dayika min rabe! Te dayika min kuşt!
- "Kuro qeşmero, te çima sebeş li serê bavê xwe da! Bavê te çi xirabî bi te kiriye?!", got dayika min.


Ez bi hêrsbûna dayika xwe şok bûm. Min qet tu wate neda hêrsbûna wê. Îro ez baştir fêm dikim ku, karê ji hinek kesan re bi fêde ye dikare ji bo min baş xuyanî neke. Zimanî Osmanî jî wisa ye. Dikare ji hinek kesan re baş be. Û ji bo kesên mîna min naxwazin fêr bibin, tehl e, bê wate û pêwîst nake...