juli 18, 2015

Ji kêf û eşqa qaryola razanê perçe bû!



Gelekî hez ji xanima xwe dikir. Bi serê wê sûnd dixwar. Ji bo xatirê wê, qîma xwe bi qidamê şekirkirî ê gund, nedihanî. Berê xwe dida Nisêbînê, dikana ”Emer Pinê”, nokên teze, nû sorkirî, di şekirbadayî, pembeyî, keskesorî û gewr re têkilavkirî, dixist kîsikê kaxezî, dihanî jê re.

Pê re diket serşokê, bi destê xwe, por û laşê wê bi sabûna zeytilxar, ji zeytûnên Çiyayê Mazî, li dawiya dikana ”Xidir Dibo” afirandî, dişûşt. Dema kefa sabûnê bi ser sîng û bedena wê ve diherikî heta xwarê, kaniya dila, volkanên dilê wî dipeqand. Bi rojan bîna xweş ji por û binê qirika wê nediçû. Wextê li tihêla wê rûdinişt, ne tenê zeytilxar, lê pê re bîna xweza Çiyayê Mazî, gûl û kûlîlkên berrî, tevlî xwedana wê a hûr dibû û Xezebo serxweş dikir. Herdem serxweşê bîn, dîn, dêhndayîn û awirên Eyşetayê bû.

Hefteyek erê yek na, diçû dikana baharatfiroşê bajêr ”Hilû”, bixûr dikirî. Ser agirdanka qehweya tal, pif dida dûyê wê û jinikê, di bin dixanê de dihişt. Nanek ji keva dida feqîr û fuqara û çaveşînikek pêve dikir berbejn, ji bo ku nekeve ber awirên xirap, kes wê çavînî neke.

Wiha nebêjin heyra, xanima wî pêncîûpênc derbas kiribû, lê jin bû. Lihevhatî û bejna wê zirav, sitûna mala wî bû. Pênc zarok jê re anîbû. Karê malê ser pişta wê bû û mêrik tacirî dikir. Mirov li malê dilxweş be, Yezdan jî dilxweşan bihêztir dike. Her cara dilxweşî dida Xezebo, bereket bi ser wan de dibariya, dewlemendtir dibûn.

Xweşiya jiyanê, li malê, bi hemû rengan xwe dida der. Taştiya wan, hingûv, qelî, zeytûnên şîn, qeymax, kakilê gwîz û şînayî bû. Firavîn û Şîvê, qet nepirsin, taweya di tenûrê de, têr goşt, sîr û şînayî, di gel nanê sêlê an tenûrê dihat ser sifrê. Piştî xwarinê û vexwarina çayek germ, herdu radibûn hev bi navê (gulaşê). Kî pişta kê bida erdê, kê li ser zikê kî siwar biba, xesar nebû, dilxweşî a wan bû.

Zarok mezin bibûn. Êdî gulaş, efra, huner û enerjiya xwe dihiştin şevê. Cara dawiyê, şev nîvê şevê, dema zarokên wan, xort û keçên malê razayî bûn û bi dengê gurmênîyekê şiyar bûn û bi hawarî ketin oda dêûbavê xwe, hatibû fêmkirin ku, qaryola wan a razanê, xwe li ber gulaşê negirtibû, şikestibû.

Adinî rojê çûbû Nisêbînê, nik ”Fethoyê Tabûtçî”. Qaryolek ji textên gwîzî, ji stûnên qalind û bi mîxên Entabê, pir xweşik û tebût dabû çêkirin. Lê kêfa Eyşetayê jê re nehat. Ji qaryole bêhtir dişibiya yanekê. Dema qaryolê hesinî bû, deng ji kuderê dihat ne diyar bû, lê kêliya radibûn hev û li hev sor dibûn, zîqe-zîq jê dihanîn. Anku dengê zîqe-zîqê bi qaryolê diket, kêf û çêjek ji dil dida herduwa. Bêxwedika yanê textikî, tebût bû, dikirin nedikirin zîqe-zîq jê nedihat.

Çend roj e Eyşetayê nexweş ketibû. Çavek ji ê wê, xwîn rijiya bû ser, sor bibû. Rehên çavê wê werimî bû. Doktor, sê rojan melhem kirê. Lê heq jê derneket. Dawiyê rêkir nexweşxana Ciyarbekrê. 

Sê rojan li ber serê wê, bê nav mabû. Westiyabû, keça wî bi dayika xwe re çubû. Li malê, tenê ma. Ji duayên cihê dua diqebilin, destên xwe bilind kir û gazî û hawara xwe gihandibû hemû şêx û mişayixên dihat bîra wî. Çavek ji ê Eyşê kor bibû, roniya xwe winda kiribû. Êdî dinya li ber çavên wî reş bû. Qehr û êşa rojên li mal û fikar, porê reşmabû, sipî kir.

Er ê Eyşê çavek e xwe winda kiribû. Lê wê, ji çavê xwe bêhtir di Xezebo de difikirî. Bêriya wî kiribû. Henek û gulaşa ser nivînê. Ramûsanên ji dil, rû, bin qirikê, heta ber tihêlê. Û zîqe-zîqa ser qeryolê.

Siheta wê baş bibû. Dixwest here malê. Cem Xezeboyê xwe. Otebêsa Nisêbînê, nîvro radibû. Her çiqasî doktoran daweya sekna çend rojên din jî kiribû, wê qebûl nekir. Xeftanê xwe li bedena xwe şidand û berê xwe da Nisêbînê.

Çend roj bûn, tenê bû, li odeya razanê. Bê xwarin û vexwarin mabû. Bi carekê re dengê derî hat. Pekiya û çû derî vekir. Dema çav li Eyşê ket, dikir ji kêfa bifire. Çavek xwe winda kiribû. Lê tiştek ji xweşikbûna xwe winda nekiribû. Ji berê bihêztir xuyanî dikir. Lê rewşa Xezebo berevajî bû, hefteya dawiyê, ji qehr, derd, xemgînî û axînê, ji bêxwarin û girî, panzde sal pîrtir xuyanî dikir.  

Zarok razabûn. Êdî bi tenê mabûn. Eyşeta û Xezebo, li odeya xwe, ser textê razanê li hev dinêrîn. Agirê dilê Eyşê dibû volkan û daxwaziya efrayê, gulaşê dikir. Bi rojan nekiribû, ketibû ser hev. Pêwîst bû heyf û tola rojên derbasbûyî jî bistîne. Ji bo gulaşê, cilên ne pêwîst ji xwe kir, şilfî tazî, berê Xezebo da xwe. Lê, bîna sabûna zeytilxar û ne jî xweza Çiyayê Mazî nikaribû alîkariya wî bike. Ne taştiya pir reng û ne jî taweya têr sîr û goşt fêde nedikir. Jinikê nema xwe girt û jê pirsî:

- ”Kuro, çi bûye ji te?! Çi bi te hatiye mal xirabo!?”
- ”Qet nepirse Eyşê. Ji qehr û derdê kwîrbûna çavê te, ez pîr bûm. Ez zêde êşiyam. Mêraniya min bû qûrbana çavê te û fîşekên min qelp kir. 
- ”Xwezî Xezebê minî biçûk serbilind bima, bila çavê min ê din jî kwîr bûba!”

Eyşetayê, weke qet tiştek nebûbe, destê xwe danî ser Xezeboyê xwe î biçûk, bir û anî, hêviya xwe winda nekir. Evîndarî, sebir û hezkirin, derman û melhema hemû brînan bû. Lebta wî bêxer be jî, mizdayina nexweşê biçûk didomand, sebra xwe pê dihanî û hêviyên qels di dilê wê xurtir dikir û bi xwe re, bi dengek e nizm diaxivî:

- “Ev tev bêqudoşiya Fethoyê tabûtçî ye! Vî bêbavî, ji me re ne qeryole, lê tu dibê qey tabûtek çêkir. Ez nema zanim, hêstiran ji ber halê Xezebê biçûk tê de ye, bibarînim. An heft xweziyan, bi wê kêliya ser qaryola berê, kêf û zîqe-zîqa ser qaryolê, bînim?”
Z. Gabar Çiyan

juni 19, 2015

ÎRO DOSTÊ MINÎ HERÎ NEZÎK WEFAT KIR



Malîno, gundîno...
dost, nas, xizm...
xwîşk, bira, xwarzê û brazî...

Tu kes, çi kesan nikarim tehemûl bikim îro. Bêhna min teng e. Xwedê hebîna, min tenê bihêlin. Bi serê xwe, di nav hêstir û xatiratan de. Bihêlin bila ewroj were bîra min: Bila dema wî, dijminê herî mezin yê malbatê û mala mezin kûşt û tune kir. Xwîna wî rijand, goştê canê wî di nav diranê xwe de cut. Wê demê min fêm kir ku çi fêris e.

Bila îro tu kes, li min megere û telefonê meke. Çi dostû nêz meyên mala min. Peyamên xwe di dîwarê "Feyz bûkê"a min de belav mekin. Ez naxwazim. Bihêlin, dilê min bi kul e. Erê emir emrê Yezdan e, lê mirina wî, bi min giran tê. Ew, bi simêlên boz, dirêj û badayî, ne layiqî axa sar û cemidî bû.

Rojiya miha ramazanê ye îro cîrano, guneh e ku mirov li dijî mirinê, emrê îlahî derbikeve. Her gunehek, bi dehan, xêrek bi hezar xêran tê hesêp. Bila li zora Yezdên meçe. Lê hevalê min lê hêja bû. Mirina wî, valabûna di du xwe de hiştiye, nayê dagirtin.

Bi qasî bavê xwe, kêfa min jê re dihat. Bavê min wefat kir, ez ewqasî pê ne êşiyam. Êşa "Çav Kesk"ê min, mezin e. Bêlome, ya star ya Rebî, Xweda vê êşê medê tu kesî, mede neyarê min, car û cînara.

Ew mêr bû, egîd bû. Tevayê zeriyên taxê jê re bibûn Leyl û ew Mecnûn. Çend ji wan zeriyan jê hemîle man, kes nizane. Tolaz bû û çav li der bû. Lê, mêrekî lê hêja bû. Lê xweş helal be. Wan mêrek jê çêtir peyde nedikirin. Çavê Xwedê lê bû. Û Xwedê qewet dide pişta wî.

Bila çi kes neyê tazîyê, nebê serê te sax be. Îro wefat kir dostê minî nêz. Erebê pêl kir, negihişt nexweşxanê û mir. Jina min bimra, ez ewqasî li ber nediketim.

Hevalê minî herî nêz, "Çav Kesk"ê min, pisîka minî Wanê mir îro.

Dijmin û qatilê bi sedan mişk û cirdê mala mezin, çû ser heqiya xwe. Di du xwe de, çend sêwî hişt, ne diyar e. Çend bîpisîk man, li benda lêkolînê ye. Simêl dirêj û badayîyê ber dilê min, çû rehmetê.

Hûn, bi qedrê Xwedê kin, ne sêle bû. Fatîhakê "ser îmamê çaroxî" li rûhê wî bixwînin. Xeberê bidin şêxê Cizîra Bohtan û keşayê Dêra Zafaranê, bêjin şêx û keşeyo qûrbano, jê re dua bikin. Gelek gunehên wî hene, zinêkar û tolazekî di ser xwe re bû, belkî xêra duayên we, efû bibe.


Nepirsin, cînarno, ez dil bi kul im, kûl û keserên dilê min bê derman e. Wê min jî bikûje û pê re bibe aliyê din.

Z. Gabar Çiyan

juni 17, 2015

EZ Ê BIBIM STRANBÊJ!



Heyra, bi Mesîhê nûranî min biryara xwe daye. Bi telaqê jin berdanê, derew tune. Ev demek dirêj e, ez diceribînim. Her tişt baş diçe û hew.

Bila hunermendê hêja ŞEMO pê nehise, lê Xuda wekîl be, Wilehî Bilehî, dengê min ji ê ŞEMO xweştir e. Çend stranbêjên herêma Omeriya ne di nav de, bi telaq ji yê ZEYNÎ KORO jî baştir e. Şahidên min hene, hûn dikarin ji HEMAMA, KARÛŞ û QÛDO QÛDO bipirsin. An jî QAQIDÊ. ÇAKÊT BABA yê bajarî digot, dengê te ji yê YILMAZ KURT jî xweştir e.

Heyra bi sedhezar ayetên ku NAFIDO ji serê xwe çêdikir, derew li bankê dibin, lê cem min nabin.

Min li hemamê, mîna Salaqo ceriband û stirana "ez berfim" got. Encam pir baş, super bû. Ji bo ku dilê min rûne, min go ez ê li tîwaletê jî stirana "Ez kevok im" bêjim. Lê mala Xwedê ava, em tev hunermend in. Ji xwe jinik dorê nade min. Xwedê nehelê!

Min jî ji mecbûrî, li mala biraziyê xwe tecrube kir. Ez li benda encamek baştir bûm. Lê mala wî ne ava!


Ez wê rojê bûm mêvanê wî. Aletê muzîkê danîne tîwaletê, bi mebesta anîna têksta stranê çûm metbexê. Vegerê, mîn dît ku deriyê tîwaletê girtiye, û ketibû tîwaletê. Ji xwe qedemga wan, teng e, metro di metroyê de ye. Malxirap, bêhn pê xist. Min, pac û derî tev vekir. Lê xêr nekir. Bêhn neçû. Min, qolonya û gulava şuxlê Dala anî û reşand. Qet tesîr nekir. Behna fisên vî bêbavî, bi dîwaran ve dizeliqe. Malxirabo, di ûrê xwe de genî dike, paşê berdide.

Dotirê rojê, bêhna tirş ji qedemgê dihat. Neyse, min îdare kir. Çend stiran di tîwaletê de tecrûbe kir. Ecêp baş bû. Nayê gotin, ez wiha bidomînim, ez ê bi nanê Seîd Yusif bilîzim.

Ji tirsa ŞEMO, ez newêrim eşkere bikim. Lê min îro biryara xwe guherand. Ez nema dixwazim bibim stranbêj û bi nanê ŞEMO bilîzim, nesîbê wî qût bikim.

Hûnê bêjin çima?

Heyra, qenc xirap, kêm an jî zêde, ez weke rojnamevanekî têm nasîn. Carna helbestan dinîvisînim. Eger mîna ên Xîzan Şîlan û Serkan Brûsk nebin jî, ne xirab in, îdare dikin.

Bi saloxa, dema mirov dibe stranbêj, gelek keçên ciwan tên cem mirovî û wêneya bi mirov re digrin. Paşê xwarinê û çîçeka didin mirov. Rûwê mirov maç dikin. Îca bêhna, misk û kolonyayê bi mirov dikeve. Çavên reş belek, porê zer, na yê reş, bejin zirav, meşa şîn ordek... û felan û fîlan...

Na heyra na! Piştî vî emrî, niyeta min ku bibim paparazî û bibim qajikê devê xelkê tune ye. Vê kêliyê rojnamevaniya min baştir e.

Bila sirra min, di nav me de bimîne, lê ji roja roj dilê min di artîstbûyînêde heye. Ew ji stranbêjiyê baştir e. Bi telaq, ez ji Erol Taş baştir karim rola xwe bilîzim.

Belê belê, artîstbûyîn ne xirab e. Û li bejn û bala Nisêbîniyan tê. Îca ez nizanim, rola Erol Taş baş e, an ya Ferdî Tayfur...


Baş rol de: Gabaro.

maj 27, 2015

Pevçûna ŞEMO û pismamê min


Heçî ŞEMO ye mîrê kemançê û mezinê eşîra giran a Sivuk e. Serokê Mitirbên taxa Qijla Nisêbînê û hosteyê dahol û zirnê ye.

Dema li kemançê dide, kemança wî tiştekî lêdide û dengê wî tiştekî din dibêje. Ji ber ku bi kurdî difikire û distire, qedrê wî ji yê Ferdî Tayfur bêhtir e. 

Şemo, malê ji ber xanima xwe dibe zindiyê mirî, bêdeng e. Dema tê derve heyfa xwe kesê pêşî derdikeve pêşî, hiltîne. Giraniya wî 50 kîlo ye, xanima wî ducar û nîva lê ye. Dema gazina me jê dibe, di daweta de baş lênade, em gazinên xwe ji "yenge" xanimê re dibêjin. Adinî rojê, dikûle û tê nik me. Çavê xwe digre û devê xwe vedike, perê xwe distîne û diçe.

Şemo qet hez ji Pismamê min "D..." nake. "D" gelek caran pê re dibe heval û şirîk, dixe lîstika pinîkêr. Lê ji bo ku li qehwê, xesera masê; çay, qehwe û qola bide, qeleşiyê li Şemo dike. "D" ji hevaltiya Şemo bêhtir, alîkariya raqîbên xwe dike. 

Şemo nizane ku "D" pismamê min e.

Rojekê em li qehweya KLÎNG rûniştî ne. Şemo û pismamê min heval in, bi pinîkêr dilîzîn. Çay û qehwe pir hatine xwestin, deynê masê giran bûye. Zora Şemo dibin û  Şemo bi "D" re pev diçe. Şemo nema xwe girt û xeberek nexweş (çêr) ji pismamê min "D" re da:

- Ez vî terikkî (haletê cinsî) di diya te de jêkim!

Min hinekî bi gazin, ji Şemo re got:

- Şemo bi rastî tu ne zilamî û ji ber xwe fedî nakî! Ma tu nizane "D" pismamê min û dayika wî jinama min e.

Şemo, xwest hinekî xwe bide efûkirin û dilê min xweş bike, bersiv da min:

- Heyra bi Xwedê min nizanî bû diya "D" jinama te ye. Ji bo xatirê te, min jê derxist!

maj 25, 2015

SALIHÊ KEVIRBIRÎ ÇIMA DIKENE?

Rojnamevan, nivîskar, fîlmdokumenterkêş, dengbêj, konsolosê kurda li komarên rûsyayê Salihê Kevirbirî hefta derbasbûyî bi kenê xwe bala medyayê kişand. Lê tu kes nizane sedema kenêwî çibû. Me lêkolînek berfireh kir û sedema wê eşkere kir.

Em ê li jêr hejmarek bersiv bidin. Lê yek bersivan tenê rast e. Kesê bersiva rast bêje, em ê qûtê malê yê hefteyekê yadîgarî bikin. Fermo xelata me:

Kîlok ji helawa Entabê ji dikana Ehmed Xifşê
Du nanê qemirî ji firna Cemîl Xencero
Sê qolayên cemidî û qerisî ji kehweya Eta Muto
Kîlok Zeytunê Dêrikê ji dikana Emer Pinê
1 kîlo penîrê bi sirîk ji dikana Xidir Dibo
Sitilek mastê ”Malê DALA” ji dikana Hesenê Stilîlî
1 kîlo bacan û yek xiyar ji dikana Hesenê Eloka

TEBÎNÎ: Ji kerema xwe re e-maila xwe ji Îsmaîlê Mala Xezebo re bişînin, ew ê bi we re têkeve têkiliyê.

Fermo bersivê ji nav bersivan derxînin:

Salih, bi xebera nexweş a mirina xesuwa xanima min keniya û destê xwe dirêjî berjor, Xuda kir. Çi dua kir ez nizanim, lê bi dua xwe jî keniya(!)

Kitêba wî kete çapa 5:em. Ji çapê derneketiye, lê hejmarek bilind jê hat firotin. Ji kêfa dikene.

Piştî 2 miha ji Sibîryayê hate malê, li ser masê du zerf dît û devê wan vekir: Yek jê pere tê de hebû. Heqê rojnamevaniyê, tev 700 lîrayê turkî derket. Kêfa wî hat. Zerfa din vekir, Fatura 2 meha ji bo kiriya xênî, deynê qesap, yê firnê, şînayî û fêkî hatibû. Deyn 1800 lîra bû. Ew halê wî ê kenegirî ye.

Me qala meşhurbûna Salih ji keça Swêdî, xebatkara mexazê da. Piştî wesifdana Salih, keça Swêdî xwest, destê xwe bavêje ser milê Salih û wêneyekî pê re bikşîne.  Ji kêfa dikene.

Cîrana me a Suryanî  Werdê em vexwendin mala xwe.  Xususî  kutilkê şuxlê Midyadê çêkir. Kutilkê wê têra xwe qalind bûn. Mirov 2 gep lê dida, dor nedihat navika wê. Salih keniya. Lê me fêm nekir: Kenê wî  ji bo qedr û qiymeta a Suryanî dabû wî bû, an ji kêfa kutilkên Midyadê bû...

3 sal in soza gera min li Stenbulê dide. Sê sal in rêya min dikeve Stenbulê. Her ku çûme, Salih berê xwe daye Elmaquzilqurta peytextek ji komara rûsyayê. Dema min anî bîra wî, dikene.

Salih sucek kirî ye, lê em nizanin çiye, nabêje. Pisîkek kirî, dixwaze bibe malê lê newêre. Dixwaze em bi malbatî pê re herin û rica bikin ku bihewînin malê(!)

Di roja danasîna kitêba Salih li Stockholmê, jin, mêr, zarok pir kes beşdarî kiribûn. Min ji Salih pirs kir: Çima stiranên kurdî de erotîzm pir derdikeve pêş; weke mîsal,  memik weke sêva ne, lêvên sor,  bêjna zirav bejna te ûhw?
Salih li min nerî, li beşdarên jin û mêr nêrî û keniya.

Salih dixwaze kitêbekê li ser dînê Nisêbînê binîvise. Diçe Nisêbînê ku agehdariyê bistîne. Riya wî dikeve qehweya Eta Mûto. Eta Mûto, Salih dişîne ser maseya Guro, Dîk, Keftaro, Qîqîyo û Jîjo. Dema wan nas dike, meselên xwe jê re dibêjin, kitêbê û hatina Nisêbînê jibîr dike, dikene. Dîko usa fêm dike ku dînê Nisêbînê ne bes bûn, niha yekî din li bajêr zêde bûye, ji aliyê Qûbînê îtxal bûye.

Bi otobusê ji Beyoglu diçe aliyê Sultan Ahmed. Xortê li cem Salih rûniştiye fisekî dike û salih tenê dihele, radibe diçe dawiyê rûdine. Jinek pîr tê û li nik Salihî rûdine. Bi bêvila xwe digre û bi awirên xirap li Salih temaşe dike. Salih, bi zekmê ketiye, bîn naçê, fêm nake bê çi mesele ye, bi jina pir dikene.

Çend roj in makîna firaq şûştinê li mal xirap bûye. Kesên bi telefonê li Salih digerin, ji şingîniya firaqan deng naçe wan. Salih dibêje, li malê bi mêvana re çay vedixwin. Dengê qedehên wan e. Ji mêvana re qala naveroka kitêba xwe a nû dike.

Hineka pê daye bawer kirin ku ew dişibe Yilmaz Guney. Îca dixwaze gavekî nû bavêje. Ji fîlm dokumenterî derbasî karê sînemayî bibe. Dikene û dixwaze ez rola Erol Taş bilîzim û Werdê bibe Turkan Şoray a Yilmêz(!)

Heft rojan hevaltiya Xerîbo ê Nisêbînî re kirî ye. Heft rojan fêm nekiriye ka Xerîbo bi çi karî mijûl e û sohbeta wî li ser çi ye. Nizane şaşîtî lialiyê kî ye û dikene.

Bi telaq tev derew in, bersiv tev li malê hatine amade kirin û komployek sosyetîk û romantîk e ku ji aliyê min ve hatiye peyde kirin. Çavê min lê ye, ez xwe bi xêra wî meşhur bikim.


Xwedê wekîl be, tekelê ereba min biteqe, motora wê bişewite, ez ji banê xênî wer bibim, nigên min bişke û bi sunda bê fitû a jinberdanê yek jê rast e. Zêdetir e, min kêm gotiye û bêbextî tê de tune ye. 

april 30, 2015

FELEMEZ XOCE Û XERÎBO

Mamoste Felemez, mîna birayê xwe î mezin kêfa min jê re tê. Dostaniya me ji bav û kalan tê. Bavê wî, emo Çaçan, Yezdanê dilovan wî bi rehma xwe şa bike, dostê dostê xwe bû. Mirov ji sohbeta wî bi bavê min têr nedibû. Pirsgirêkên civatê, siyasî, bazirganî û hwd niqaş dikirin.

Min îro diwarê facebooka mamosteyê hêja Felemez de, wêneyên Valborga Uppsalayê dît. Bi carekê Xerîbê biskilêtçî hat bîra min.

Xerîbo, li taxa Kijleya Nisêbînê nasdar e. Her cara 20-30 kes li qûncikek ji taxên Nisêbînê diciviyan, bêhn dikir, zanûbû ku kesek wefat kiriye. Diçû taziyê (!) û kulîçeyên (nanê
şêrîn ser ruhê miriya didin) xwe digirt.


Fermo çîroka min û Xerîp Hoste:

Beşek ji xortên Nisêbînê ên bi malbatî dewlemend, nîvbajarî lê nijadkurd bûn, carna ji mal dixeyidîn. Beza wan dirêjî Edenê dibû, an jî Izmîrê. Piştî hefteyekî, bêpere diman û dîsa vedigeriyan malê.

Wê rojê min têr lêdan xwaribû.
Mala bavê "Mehdiyê Sofî Incas" ne ava be! Kitêba "i
şçiler neden ve nasıl sömürülü
r" dabû min û gote min: 
- Di eslê xwe de, febrîka, mexazeyên mezin, heta bi dikana bavê te, ji qezenca bêheq dewlemendî bidest xistine. Em ê rojekê vê sîstemê bidin guhertin. Malê zengina li feqîran belav bikin!

Min kitêb xwend. Naveroka kitêbê zêde li dikana bavê min nedihat. Lê peyv û
ş
îretên Mêhdî ji Quranê bûn! Niqaş nedixwest. Ji ber ku Mêhdî, hevalê Kemal abê bû. Li dijî "teoriya sê dinyê" bû. Ispat, delîl û çavkaniyên Lenîn û Mao têr nedikir. Mêhdî ji bavê wan jî zanatir bû. Îca niqaşa dîtina Mêhdî ji bo çi bû? Qet pêwîst nedikir. Peywên wî tev rast bûn.

Min ji xwe re got:
- "Çima ez ê li benda roja guhertina sîstemê bisekinim? Bavê min ne dikanê ye, çûye nimêja înê. Firsend e. Ez dikarim neheqiya bavê min kiriye, malê bêheqî daye hev û dewlemend bûye, niha, hinekî belav bikim û weke mirovekî şoreşger wezîfa xwe bi cî bihênim."


Min çend kîlo meqerne da xalê Sivûk. Sivûk, Piftî şand nik min. Çend kîlo sabûn ket para wî. Paşê Şemo, Guro, Neco, Kerîz Hemal ketin dorê. Xwedê çi kiribe nesîp, kîsikên neylon ji dendik, biskuwît, lokum û fisteqan dagirtin û birin. Sê-çar dikanên bavê min hebûn û qet nikarîbû ferqiyê bibîne.

Hinekî wijdanê min rehet bibû. Lê Silo Kehyayê cîranê me, li çîroka min Mêhdî guhdarî kiribû. Ez ketim ber xezeba Heciyê bavê xwe. Min ji kerekî bêhtir lêdan xwar.
- Sekbav! Me fatîhek ser bixwenda, belkî ew
şekir, sabûn weke xêr bihata hesêp!


Ez ji mal xeyidîm. 50 lîrayên tirkî di berîkê de, min, Xerîbo bi xwe re kir heval û me berê xwe da Îzmirê. Ji xwe rê û rojên xeydê bê Xerîbo, zindan bû. Heçî Xerîbo ye, otobûsê de, kursiyê pêş pêve rûnane. Cihê me 3, 4, li pişt kursiyê şifêrê otobûsê ket. Ber esirkî otobûsa me kete rê. Êvarkî em gihiştin restoranta Bilecika Ruhayê.

Xerîb zêde bi turkî nizane. Anku navê xwarinên li restoranta, ji bilî "quru fasulye" pê ve nas nake. Em desrbasî cihê xwarinê bûn û li bendî serwîskar man. Serwîskêr hat:
- Kadin budu kofte, kazandibi, ke
ş
kul, tandirda kuzu...
- Bana bir quru getir, got Xerîbo.

Xerîbo, sê sîniyên tir
şika fasoliya hişk bi du serî pîvaz, nanek û nîv re xwar. Ji bo ku xwarinê bifirikîne, kolayek cemidî bi ser de kişand (vexwar). Û em çûn li cihê xwe rûniştin.


Nîvê şevê ye. Xew li Xerîbo giran bûye. Ez çûm dawî ku avekî bînim. Min dît ku, Xerîbo xwe ser zik avêtiye ser herdu kursiyan û di xewa giran de winda bûye. Berê qûna wî qetiye pişt kursiyê şifêr. Bêhna fisê Xerîbo, mîna Eyarên Hesen Heramî, hêkên kelandî û xirabûyî belav bûye. Mirov nikaribû nefesê bistîne. Motora Xerîbo erîza dabû. El condationa otobûsê têr nedikir ku bayê genî bi yê paqij bide guhertin. Ez derbasî kursiyê 1, 2 bûm û min li rewşa şifêr û îşkenca ketiyê de temaşe kir.

Şifêrê ostobûsê, ji ber bêhna genî, pêşî paca deriyê nêzî xwe vekir. Têr nakir, paca deriyê din jî da vekirin. Xêr nekir. Derîyek ji yê otobûsê vekirî hiş
t û rêve diçû. Lê nema karîbû ji bêhna îdare bike. Otobûs Rawestand, derket derve, nefesek paqij girt. Xerîbo xwewa şêrîn di nêvî de hişt û rabû. Ji min pirsî:
- Çi bû? Çima otobûs sekinî?
Pa
şê, heman pirs ji şifêr pirs kir. Ş
ifêr bi awirên wate û hêrs bersiv dayê:
- Egzoz teqiya, qûla boriya egzozê yalama bû (mihiya)! Motor nema kare mazotê bi
ş
ewîtine, top avêt!

Welhasil, em bê qeze û bele çûn Kemalpa
şa Izmîrê. Li Kemalpaş
ayê, havînan pir festîval dibin, festîvala qeresiyan, ya xoxa, ya tirî û hwd. Bazara fêkî pêk dihat, her car nêzî sed-dused mirov dicivî.

Xerîbo jî ji min pirs dikir:
- Kî mirî ye? Ma mulidê didin? Kulîçe hene?
- Mirî hene. Lê kulîçe tune ne!
- Nexwe rehma Xwedê ne li wan be! Tahtil erda wan kirî!


Îca min jî ji Felemez Xoce pirsî:
- Mamoste, li Valborgiya Uppsalayê Kebab û nanê bela
ş belav dikin an na?


Min bersiva wî negirtiye. Eger hat ez ê we agehdar bikim.

 

april 13, 2015

Mele Nisredîn û qonaxa çareseriya pirsa kurd


Dawiya hefta derbasbûyî hewa germ bû. Êdî nîsan e û roj dirêjtir bûne. Germbûna tîrêjên rojê qels in û mirovan dixapîne. Kesên cilên çile dihilînin û bi yên tenik digerin, ji zekem, bêvil herikandin û kuxikê rizgar nabin.
Li Swêdê çile dirêj e. Bi roj çend saetan ronî xuyanî dike, dibe êvar û reşayî zû dikeve erdê. Şevên reş û tarî ku têra xwe dirêj in û bi dawî nayên, însana diwestîne. Dema mirov serê sibê zû diçe kar, reş e. Êvarê piştî kar, her reş e. Baş e ku berf dibare. Bi gilokên berfê, bajarê Stockholmê kirasê bûkaniyê bi ser bedena xwe de berdide û reş
ayî cihê xwe de, ronahî û spîtiyê. Berf pir dibare û demek dirêj li erdê dimîne. Ji bo Toriyên aliyê Nisêbînê, berf barîna herdem û bi mihan, hîsek ecêp pêk dihêne: Tu dibê qey, behar nema tê û hatina havînê ne mumkun e.
Heçî Êstilî, Nisêbînî û Mêrdîniyên bajarî ne, bi taybetî Suryanî, di hewa xweş de, şiroveyên bi nûkte û henek dikin.


Şemî ye. Dinya xweş e, roj dirêjtir bûne û tav e. Bi çend dost û hevalên Suryanî re, li nav bexçeya nasekî rûniştî ne, em qehwê vedixwin. Mijarên sohbetê ji gazinên hewa Swêdê û cilşokê û derdê şûştina cila dirêjî 100 saliya Seyfo û buyerên li Agiriyê dibe. Paşê dizîvire ser qonaxa çareseriya pisrgirêka Kurd li bakurê welêt. Ez sohbeta heftê, bê şirove pêşkêşî we dikim.

Denho: Bawerî li turka nayê...
Segvan: Wiha mebêje! Divê baweriya nav wan xurt bibe ku lihevhatin bê pê.
Moris: Bi Mesîh xapandin tê de heye! Li dora meselê diçûn û tên, lê dor nayê ser niqta esasî.
Denho: Rast e. Di peymanê de sistayî heye. Di zemanê berê, dema di nav du eşîran de pevçûn dibû, xwîn dirjiya û mêr diketin erdê, lihevhatina wan di huzura du-sê şahidên nasdar û ne ji herdu eş
îran, dibû. Soz û peyman nirxek xwe hebû. Di nav du aliyan de, bêbextî, rîp û lîstik ne hêsan bû, zû bi zû nedibû. Herdu aliyan soza xwe bi cî dihanîn. Aliyê soza bi cî nedihanî, dihate ber cezeyê xwe.
Segvan: Yanê, tu dibêjî, Turkiyê soza xwe bi cî nahîne.
Hanna: Bawerî bi turka nayê. Divê şahidên biyanî û nasdar di nav wan de hebin ku, qonax serkevtî berepêş
biçe.
Moris: Çawa wê çêbibe? Serokomar di nav de ye... mit tevlî meselê bûye. Destê serowezîr tê de ye. Ma ne bes e?
Denho: Heyra hûn turka baş nas nakin. Wek mesela Melayê Meş
hur li meselê hatiye.

"Rojekê, Xocayê Nisredîn di kolanek bilind ji yê Mêrdîn hildiki
şe. Di nav emir de çûye, hilkişîna kêş pê zehmet tê, diweste. Bayê zikê wî zoriyê dibe û tirekî berdide. Dikeve şikê ku, kesên din bi dengê tirê hisî ne û karin jê re bikin eyb. Mîna kesekî ber xwe fedî û ber tirê ketî, bi xwe re diaxife:
- Ax ji derdê pîrîyê. Mala ehtiyariyê ne ava! Mirov nikare xwe bigre û fedîkar dibe.

Melayê Meşhûr li dora xwe temaşe dike, lê tu kesekî nabîne. Paş
ê bersiva xwe bi xwe dide û rastiya xwe dihêne zimên:
- Pêwîst nake tu bi eyba qûna xwe, pîriyê sucdar bikî! Wextê tu ciwan bû jî min te nas dikir û tu eynî tirek bûyî."


Îca heyra xelk ne weke min û te ne. Soza xwe bi cî nahênin. Tirek û sed tir, li nik tirekan yek tişt e. Divê mîna zemanê berê, di nav mirov û xwîniyê mirov de şahidên biyanî hebin, peyman û soz jibîr nebin. Rê li ber hîle û teşqelan bê girtin.
Segvan: Yanê, tu dibêje, heta mirov nebe tirek, nikare zora tirekan bibe?
Hanna: Herê lawo Segvano! Bavê te jî kêfa xwe anî û go, kurekî min çêbû! De were îca, serê xwe li dîwara nede û neşkîne, derdê xwe ji yê mîna Segvano re bêje, pê re meselên dinyê niqaş bike û mesela kurda çareser bike!..


april 11, 2015

ÇÎROKEK XERÎP JI NISÊBÎNÊ: Ji devê Qopiro, Hitiko, Qerebaş, Xerîbo, Dîk û Şemo...

Qopiro: Bê erê yabo qûrban...
Hitik: Erê...
Qopiro: Ez û Cemîl Xencero çûn seydê. Sibat nû derketiye. Sar e, seqem e. Me pişta xwe da Nisêbînê û berê xwe da aliyê Dala. Piştî çiftlikê, em li Dêrê fitilîn...
Hitiko: Êêêêê...
Qopiro: Min go, Cemîl Xencero, xwediyê firna sûka bajêr e, kîsikê di destê çepê, ji tametîtkan, findeq, fisteq, lokuman dagirtî ye. Di destê rastê, çentê biçûk de, muheqeq goştê birajtî û nanê qemirî yê sûkê heye.
Hitiko: Merdiya wilo, ji Cemîl Xencero qet nebûye! Êêêê.
Qerebaş: Ji Qopiro bawer nekin. Diçirîne. Li min guhdarî bikin!
Hitiko: Qopiro tu pir diçirîne! Dorê bide Qerebaş, tu hinekî anarya bike û li ser wî kursî rûne, park bike.
Qerebaş: Bira, nîvê şevê ye. Çav çavan nabîne. Bi niyeta gerê, min berê xwe da taxa Kanîka Nisêbînê. Tu nabê ez di Qamişlokê derketime.
Qopiro: Kuro, qûzê wê xwarî, te mayîn, têl û esker çawa derbas kir?!.
Hitik: Tevlî hev mek û bê deng be! Wê dora te jî were. Êêêê, birakê Qarabaş, bidomî.
Qerebaş: Min nerî qemyonek derket pêşiya min. Min go, bekarlik sultanlik e. Ez ê îro herim Diyarbekrê, serdana pişt dîwarê minara çarpê bikim û gû têxim vê siltanetiya xwe a bê wate. Min xwe avêt pişta qemyonê.
Hitiko: Êêêê...
Qerebaş: Bira, qemyon wek derguşê dihejhijî û ez jî wekî zaroka du salî di xew ve çûm. Min sibê çavê xwe vekir ku vaye li bajarekî xerîp û pir mezin im.
Qopiro: Hebe tunebe, di Baxdê derketiye.
Hitiko: Na lo... Bexde li aliyê Misrê dimîne. Di Musilê derketiye.
Qerebaş: Min pirsî, bira! Min nerî ku, di Lubnanê derketime. Heman roj, piştî firavînê, civîna min, bi baqan re hebû. Divê ez xwe bighînim Mêrdînê, min got. Û min berê xwe da balafirgehê.
Qopiro: Te çawa rê nas kir? Me nu tu xerîbê rê bû, qaşo?!.
Qerebaş: Li meydanê, min nêrî ku teyarek li ber firê ye. Ez revîm û min xwe avêt ser baskê wê. Min bala xwe dayê ku berê xwe dide aliyê Moskowê. Min go, li gorî Temoyê Kawacî, Mêrdîn ne dûrî Moskow e. Hêdî, hêdî, ele mehil...
Hitik: Tu li baskê teyarê siwar bû û teyare bi hewa ket?!
Qerebaş: Erê. Lê şensê xirap, şifêrê teyarê ez dîtim. Min bi îşaretan jê re got ku, li riya xwe dewam be, Qaptan. Cihê min xweş e. Em nêzî Nisêbînê bûn...
Xerîb: Merhaba ji we re. Qerebaş û Qopiro ji duhî ve vedixwin û serxweş in. Çi derewan dikin dîsan?
Hitik: Were Xerîp usta, meselên wan yên îro, ne mîna hercar in, ecêb in, guhdarî bike.
Xerîp: Bisekine. Îro lawê mele, Nuriyo hat cem in û xwest motora xwe ya Jawa tamîr bike.
Hitik: Êêêê.
Xerîp: Min nigên xwe li pedêl xist, lê motosiklet nedişuxulî.
Qopiro: Motor nû kirîbû, çawa xirap dibe, ecêb e!?.
Qerebaş: Nuriyo, gundî lawê gundiyan e. Ma ew û motorê Jawa...
Xerîp: Ez serê we nehêşînim. Min motorê nû hemû ji hev xist.
Qerebaş: Garantiya wê heye. Tu ancex dikare biskilêta tamîr bike. Tamîra motorê mezin ne karê te ye.
Xerîp: Ez karim wî serê te yê xirabe jî tamîr bikim! Bê deng be ibnî!
Hitik: Dewam bike, Xerîb.
Xerîp: Min tevayê perçeyan ji hev kir û ji nû ve girêda. Bi dehan birxo ji ber man. Min nigê xwe li pedal da. Motorsiklet şixulî.
Qopiro: Hela hela! Bi rastî min hostebûna te teqdîr kir. Ka ez çavên te maç bikim...
Xerîp: Quna wê buxe û bê deng be! Lawê melê hat û li motor siwar bû. Heq destê min, 50 lîra da min.
Hitik: Ji wî kerîzî, çawa 50 wereqe derket, ecêb e!?. Te malik li Nuriyo xirap kir. Bidomî Xerîp hoste.
Xerîp: Nuriyo li motor siwar bû, min pere berdan binê bêrîkê û wî pedal li motor da. Motor şixulî.
Qerebaş: Ecêb e! Çawa bê birxo dişuxule, kes nizane!
Xerîp: Nuroyo xaz dayê de. Lê di şûna motor pêş de here, berepaş diçû.
Hitiko: Ma Nuriyo, nego çima berepaş diçe?
Xerîb: Belê pirsî. Min jê re got, mîna Mele Nisredîn bike. Berepaş lê siwar be û bajo.
Hitik: Êêê, paşê....
Dîk: Roja we bixêr. Ez niha ji qehweya Eta Muto têm. Ez bûm, Jîjo bû, Qîqîyo bû, Keftaro bû û Kerîz Hemal bû. Em tev li wir rûniştî li benda Qemyona genim bûn. Pere jî li cem me tune bû. Bi 15 kesan heqê çayekî bi me re tune bû...
Şemo: Merhaba ji we re. Heyra îro dawet hebû. Min li kemançê dida. Ez li ber keçikek bejin zirav rûniştim û reqan stiranên govêndê. Wê li min dinêrî û min lê dinêrî...
Qopiro: Bi telaq dora min e.
Qerebaş: Serpêhatiya min di nêvî de ma...
Hitik: De herin malên xwe û biçînin nîskê. Derew ji ber we îsyanê dikin û xeyal çûne îflasê. Kerîzekî din bibînin ku li derewên we guhdarî bike....