juni 19, 2015

ÎRO DOSTÊ MINÎ HERÎ NEZÎK WEFAT KIR



Malîno, gundîno...
dost, nas, xizm...
xwîşk, bira, xwarzê û brazî...

Tu kes, çi kesan nikarim tehemûl bikim îro. Bêhna min teng e. Xwedê hebîna, min tenê bihêlin. Bi serê xwe, di nav hêstir û xatiratan de. Bihêlin bila ewroj were bîra min: Bila dema wî, dijminê herî mezin yê malbatê û mala mezin kûşt û tune kir. Xwîna wî rijand, goştê canê wî di nav diranê xwe de cut. Wê demê min fêm kir ku çi fêris e.

Bila îro tu kes, li min megere û telefonê meke. Çi dostû nêz meyên mala min. Peyamên xwe di dîwarê "Feyz bûkê"a min de belav mekin. Ez naxwazim. Bihêlin, dilê min bi kul e. Erê emir emrê Yezdan e, lê mirina wî, bi min giran tê. Ew, bi simêlên boz, dirêj û badayî, ne layiqî axa sar û cemidî bû.

Rojiya miha ramazanê ye îro cîrano, guneh e ku mirov li dijî mirinê, emrê îlahî derbikeve. Her gunehek, bi dehan, xêrek bi hezar xêran tê hesêp. Bila li zora Yezdên meçe. Lê hevalê min lê hêja bû. Mirina wî, valabûna di du xwe de hiştiye, nayê dagirtin.

Bi qasî bavê xwe, kêfa min jê re dihat. Bavê min wefat kir, ez ewqasî pê ne êşiyam. Êşa "Çav Kesk"ê min, mezin e. Bêlome, ya star ya Rebî, Xweda vê êşê medê tu kesî, mede neyarê min, car û cînara.

Ew mêr bû, egîd bû. Tevayê zeriyên taxê jê re bibûn Leyl û ew Mecnûn. Çend ji wan zeriyan jê hemîle man, kes nizane. Tolaz bû û çav li der bû. Lê, mêrekî lê hêja bû. Lê xweş helal be. Wan mêrek jê çêtir peyde nedikirin. Çavê Xwedê lê bû. Û Xwedê qewet dide pişta wî.

Bila çi kes neyê tazîyê, nebê serê te sax be. Îro wefat kir dostê minî nêz. Erebê pêl kir, negihişt nexweşxanê û mir. Jina min bimra, ez ewqasî li ber nediketim.

Hevalê minî herî nêz, "Çav Kesk"ê min, pisîka minî Wanê mir îro.

Dijmin û qatilê bi sedan mişk û cirdê mala mezin, çû ser heqiya xwe. Di du xwe de, çend sêwî hişt, ne diyar e. Çend bîpisîk man, li benda lêkolînê ye. Simêl dirêj û badayîyê ber dilê min, çû rehmetê.

Hûn, bi qedrê Xwedê kin, ne sêle bû. Fatîhakê "ser îmamê çaroxî" li rûhê wî bixwînin. Xeberê bidin şêxê Cizîra Bohtan û keşayê Dêra Zafaranê, bêjin şêx û keşeyo qûrbano, jê re dua bikin. Gelek gunehên wî hene, zinêkar û tolazekî di ser xwe re bû, belkî xêra duayên we, efû bibe.


Nepirsin, cînarno, ez dil bi kul im, kûl û keserên dilê min bê derman e. Wê min jî bikûje û pê re bibe aliyê din.

Z. Gabar Çiyan

juni 17, 2015

EZ Ê BIBIM STRANBÊJ!



Heyra, bi Mesîhê nûranî min biryara xwe daye. Bi telaqê jin berdanê, derew tune. Ev demek dirêj e, ez diceribînim. Her tişt baş diçe û hew.

Bila hunermendê hêja ŞEMO pê nehise, lê Xuda wekîl be, Wilehî Bilehî, dengê min ji ê ŞEMO xweştir e. Çend stranbêjên herêma Omeriya ne di nav de, bi telaq ji yê ZEYNÎ KORO jî baştir e. Şahidên min hene, hûn dikarin ji HEMAMA, KARÛŞ û QÛDO QÛDO bipirsin. An jî QAQIDÊ. ÇAKÊT BABA yê bajarî digot, dengê te ji yê YILMAZ KURT jî xweştir e.

Heyra bi sedhezar ayetên ku NAFIDO ji serê xwe çêdikir, derew li bankê dibin, lê cem min nabin.

Min li hemamê, mîna Salaqo ceriband û stirana "ez berfim" got. Encam pir baş, super bû. Ji bo ku dilê min rûne, min go ez ê li tîwaletê jî stirana "Ez kevok im" bêjim. Lê mala Xwedê ava, em tev hunermend in. Ji xwe jinik dorê nade min. Xwedê nehelê!

Min jî ji mecbûrî, li mala biraziyê xwe tecrube kir. Ez li benda encamek baştir bûm. Lê mala wî ne ava!


Ez wê rojê bûm mêvanê wî. Aletê muzîkê danîne tîwaletê, bi mebesta anîna têksta stranê çûm metbexê. Vegerê, mîn dît ku deriyê tîwaletê girtiye, û ketibû tîwaletê. Ji xwe qedemga wan, teng e, metro di metroyê de ye. Malxirap, bêhn pê xist. Min, pac û derî tev vekir. Lê xêr nekir. Bêhn neçû. Min, qolonya û gulava şuxlê Dala anî û reşand. Qet tesîr nekir. Behna fisên vî bêbavî, bi dîwaran ve dizeliqe. Malxirabo, di ûrê xwe de genî dike, paşê berdide.

Dotirê rojê, bêhna tirş ji qedemgê dihat. Neyse, min îdare kir. Çend stiran di tîwaletê de tecrûbe kir. Ecêp baş bû. Nayê gotin, ez wiha bidomînim, ez ê bi nanê Seîd Yusif bilîzim.

Ji tirsa ŞEMO, ez newêrim eşkere bikim. Lê min îro biryara xwe guherand. Ez nema dixwazim bibim stranbêj û bi nanê ŞEMO bilîzim, nesîbê wî qût bikim.

Hûnê bêjin çima?

Heyra, qenc xirap, kêm an jî zêde, ez weke rojnamevanekî têm nasîn. Carna helbestan dinîvisînim. Eger mîna ên Xîzan Şîlan û Serkan Brûsk nebin jî, ne xirab in, îdare dikin.

Bi saloxa, dema mirov dibe stranbêj, gelek keçên ciwan tên cem mirovî û wêneya bi mirov re digrin. Paşê xwarinê û çîçeka didin mirov. Rûwê mirov maç dikin. Îca bêhna, misk û kolonyayê bi mirov dikeve. Çavên reş belek, porê zer, na yê reş, bejin zirav, meşa şîn ordek... û felan û fîlan...

Na heyra na! Piştî vî emrî, niyeta min ku bibim paparazî û bibim qajikê devê xelkê tune ye. Vê kêliyê rojnamevaniya min baştir e.

Bila sirra min, di nav me de bimîne, lê ji roja roj dilê min di artîstbûyînêde heye. Ew ji stranbêjiyê baştir e. Bi telaq, ez ji Erol Taş baştir karim rola xwe bilîzim.

Belê belê, artîstbûyîn ne xirab e. Û li bejn û bala Nisêbîniyan tê. Îca ez nizanim, rola Erol Taş baş e, an ya Ferdî Tayfur...


Baş rol de: Gabaro.