juni 17, 2016

WEFATA HENEKBÊJÊ HÊJA ŞEHMUS DUMAN (ŞÊXO DÎNO)


Heçî bajarî ne, bêhtir li navenda bajarê Mêrdîn, Nisêbîn û Midyadê dijîn. Nijada xwe pirçandî ne. Ne ji ereb, kurd, turk, ermenî, ezdî an jî suryaniya ne. Dema li hesabê wan tê, keç dane êkudu, xwîna wan bûye yek û merivantiya nav wan qewîn e. Bi erebiya herêmî, ku di nav de peyvên suryanî, kurdî, ermenî û turkî pir in, li gorî dilê xwe ditewînin, nazik û nazdar dikin û diaxivin.

Salên xelkê jiyana xwe bêtir li gunda didomand, ew ji bajêr û bajarî bûn. Wan xwe xwende û zana dihejmart, hinek ji wan tacir û beşek jî karmendên dewletê bûn. Jin û qîzên wan, bi cilên xwe ên modern, qapqapkên (qondire) kabik bilind, bêhna berûbeden û pora bi sabûna zeytil-xar û gulavê şûştî, zîrekbûna karê metbex û axavtina nazik û nerm, bala mirovan dikşandin. Ji gundiyên bar dikirin bajêr û ji bo pêşketina bajêr di gundîtiyê de israr dikirin û nedibûn bajarî, hes ne dikirin û bi çavekî nizm li wan dinêrîn. Tadeyiya wan, eşkere û an sergirtî li kurda, bi taybetî gundiyan dibû.

Berî 1975 an, Evdilqadir Paşa, Yildirim û Yeni Turan sê taxên giring û navendî ên bajarê Nisêbînê bûn. Desthilatdariya bajariyan, li wan taxan zêdetir xuyanî dikir. Lê xelkê taxa Qijlê (Kişla) berevajiyê wan, bi adet, tore, zimanê xwe jiyana xwe didomandin. Wir mîna taxek e serbixwe xuyanî dikir. Malbatên ku ji gundên cewaz, ber pirsgirêkên eşîrtî, xwînî, hejartî, zilmê bar dikirin, li deverên bi sitar û ewle digeriyan, berê xwe didan Nisêbînê, taxa Qijlê. Omerî, Bohtiyên Sêrtê, Dêrikiyên ji Çiyayî Mazî, Hebizbinî, Qereçên (Roman) kurd, Mitirb ûhwd bibûn rengên bingehîn ên taxê…

Piştî 1965 an, bi mezinbûn û zêdebûna hejmara xelkê re, fikra xwe parastin û biçekirina şexsî, cihê xwe dida, tifaq û yekîtiya li Qijlê. Pirsa pêkanîna taxek bi ewle û sitar ji bo rûniştvanên wir giringtir dibû. Bi hilbijartina muxtarê nû û heyeta rihsipiyan re, karê wan rêkûpêktir û hêsantir bibû. Hevkarî û hevdîtina bi endam û rêvebirê eşîr, bavik û şexsiyetan re rêkûpêktir dibû. Çavdêriya taxê cidîtir dihate dîtin û çûn û hatina kesên biyanî ketibû bin kontrolê. Bi niqaşkirina nakokiyan çaraseriyên însanî peyde dikirin. Taxa Qijlê dibû çaviyek mêzênê, balansek li hemberî hêza bajariya dihanî pê. Wisa jî bend û zirxek xwezayî bû li dijî xeterên ji derve.

Tixubê taxê, ji bexçeya Nafido û sînema zarokên Şêxo Şentil Hafa dest pê dikir. Ji mala Şêxo Dîno, Ehmed Xifşê, Heçikçiko, Emer Pinê, Hesenê Eloka, Qîqîyo û Keftaro dirêjî pirika (koprîka) Eleman û binya fabrîka ta dibû. Ji wir xwe berdida hêla bîrika, nik dibistana Devrîmê, nêzî mala Karûş. Paşê silavek dida Sovî Incas, lawê wî Hitiko û Xezebo, Şêxo Bêzo, malbata Piftî û Şemo, birakê Dîk û ji Ata Mûto dizîvirî ber bi kolana mezin. Sînorê wê, li navenda taxê, sê rê, nêzî dikana Fethoyê tabûtçî û Cemîl Xenceroyê nanpêj, bi dawî dihat.

Tax, mîna mirov gundekî li bajêr ava bike, formê xwe digirt. Li kolanan dîk, mirîşk, pisîk û golik dibeziyan. Bi qirşikên pembo tenûrên xwe sor dikirin û serûpêyên xwe, li ser sobe û tifikên agirê xwe ji tepikan, dikelandin. Beşek ji xelkê, erdên nêzî taxê deman dikirin. Li wir bi bexçevanî û beşê din jî bi xwedîkirina pêz mijûl dibûn. Hejmarek kes, qeçaxî dikir. Ji serxetê, ser erdê bi mayînan çandî re derbasî hêla binya xetê dibûn. Mal dibirin û dihanîn.

Xelkê taxê, roj bi roj rewşa xwe baştir û pêreyên wan zêdetir dibûn. Dikanên ji sûka kaçaxçiyan dikirîn, karên xwe mezintir dikirin. Hayê dewletê ji taxê û karê keçaxê hebû. Zilma li ser sînor û sûka keçaxçiyan dihatin rojevê. Lê piştî dikanên wan bûn ticaretxane, baca xwe didan û bazara ser sînor nîvfermî bû, wezîfedar jî bêdeng bibûn.

Wextê rewşa xelkê ji hêla aborî ve baştir bû, çareseriya pirsgirêkên wan li gundên jê hatibûn, dibûn cihê niqaşê. Çûn û hatin dest pê kir û gelek pirsên xwîn û neyartiyê, bi diyalog û aştiyê çaraser kirin.

Tax, ne tenê ji rûniştvanê Qijlê re, lê piştî salên 70 î hemêza xwe ji şiyarbûna ciwanan û karê çandî re vekir. Ji 1975 an pê ve li tevayên taxên bajêr hejmara kurda zêdetir bibû. Kesên mîna Mûsa Anter û Zibêyr Yildirim dibûn çira û ronahî belav dikirin. Ciwanên taxê di komelên legal de bi xebatên çandî mijûl dibûn. Heskirina netew û zimanê xwe xurt dibû û rengê xwe dida niqaşên rengîn li qehwexane, dibistan û şahiyan.

Taxa Qijlê hêza xwe ji yekîtî û tifaqê girtibû. Tev bi saya diyalog û hevfêmkirina êkûdu hatibûn pê. Şîdet û hişkiya navxweyî nedihat pejirandin. Ew tore hetanî sala 78 an domiya.

Erê qedexeya ziman û xebatên çandî hebû. Lê bi sînor be jî, kar û xebata siyasî û çandî dihatin kirin. Bandora çanda bajêr li gelek kesên nasdar ku îro di edebiyat, huner û siyasetê de xwedî gotin in, bûye.

Apê Şexmûs, Şeymus Duman, anku bi navê xwe î nasdar, Şêxo Dîno”, yek ji wan kesê pêşî bû ku di avakirina tifaqa taxa Qijlê de rol lîstiye. Bi şîret û tebîniyên xwe, rê nîşanî ciwanên taxê dida. Dostê dostê xwe bû. Şîretên xwe nûkteyî bûn, bi pêkenok, an serphatiyek  e komîk dihonand û dihanî zimên. Mirov ji sohbeta wî têr nedibû.

Bavê min, bi bazirganiyê mijûl dibû. Malê xwarinê difrot dikandaran. ”Şêxo Dîno, ji kesên bêaqil, hêrs dibe. Ew, bi aqil û zîrek e. Dost e, mîna zêr e, qet xirap nabe. Mirovek lê hêja ye”, digot, bavê min. Bi rastî jî wiha bû. Kêfa me pir jê re dihat. Ez û lawê wî mamoste Abidîn weke du bira, li heman tax û kolanan mezin bûn.

Min, cara dawî apê Şêxmûs li parka bajêr dîtibû. Ez çûm cem wî û em rûniştin. Ji dîtîna min pir kêfxweş bibû. Zanîbû ez bi rojnamevaniyê mijûl im. Lê ji ticaretê jî haydar im. Dawiya sohbetê wiha gotibû:

- Heçî hûn, ên li derve, li Europayê dijîn, şîreta min bikin guhar biêxin guhên xwe. Tenûr bi tir û fisan germ nabe. Nisêbînê tenê bi peyvên siyasî û ên xweş pêş de naçe û ava nabe. Pêwîstiya bajêr, bi kaniyên nû ên aboriyê û fikrên nû ên bazirganiyê heye. Dema hûn bên serdana welatê xwe û ez heqê çay û qehweya bidim, eybek mezin e. Wê wextê qet mezîvirin û meyên Nisêbînê baştir e. Min fêm bikin û hew!

¤¤¤

Rojekê Apê Şexmûs li qahwexaneya nêzî komela Kawayiyan (Dengê Kawa) rûniştî bû. Temo û Guro, li ser maseyekê ”teoriya sê dinya” Mao Tsetung niqaş dikirin. Kesên li dora wan guhdarî dikirin. Lê çend kesan niqaşa wan fêm dikir, ne diyar bû. Qala çi dikirin û mijar li ser çi bû, ji wan re xerîp bû. Apê Şexmûs rabû ser xwe û ji wir dûr ket, hinekî bi hêrs axivî:

- Her sê kitêbên Xwedê û pêxemberên wî, tenê qala du dinya, dinya û axretê dikin. Temo û Guroyê mitirb, ji me re dinyake nû peyde kirin. Em bi kerî her du dinya nayên, wan yek din jî lê zêde kir. Bi telaq van Kawaciyan serê xwe xwarine û ji min dîntir in.
Lê eyba taxa me ne, em naxwazin eşkere bikin û hew.

¤¤¤

Havînan, hejmara xelkê bajêr, bi taybetî taxa Qijlê pir zêde dibû. Xaniyên bi kirê peyde nedibûn. Karkerên pembo bi malbatî dihatin bajêr û karê tevrika pembo û matotê (berhevkirina pembo) dikirin. Gelek caran mafê keda wan, ne di wext de, lê  bi derengî didane wan. Lewra gelek kesan pêwîstiyên xwe bi deyn dikirîn.
Dema hejmara bajêr bilind dibû, beşek ji heşinayî û fêkiyên herêmî têra xelkê ne dikir, ji derve dihat. Lewra buhayê wan zêdetir dibûn. Li Turkiyê bilindkirina buhayê xwarinê rojane dibû û tesîra xwe li herêma kurda yekser dikir.

Wê sale rewşa karkeran pir xirap û deynê wan zêdetir bibû. Xwarin û kirê buhatir bibûn, lê heqê roja tevrikirinê û berhevkirina kiloya pembo mina xwe mabû. Xwediyê erdan heqdestên karkêran bi derengî xistibûn.

Kawayiyan propaganda dikirin ku buhabûn kêm bibe. Da ku heşinayî û fêkî erzan bê firotin. Mijara buhabûnê, li qehwexaneyên bajêr bibû cihê niqaşên germ. Çaraseriya pirsê ne hêsan bû. Bi giştî du pêşniyar dihatin niqaşkirin. Heçî Kawayî (kawaci) û hin kesên din, xwepêşandanek li dijî buhabûnê pêşniyaz dikirin. Bavê min û hin kesên din, dixwestin îmzeyên xelkê berhev bikin û ji hikumetê re bişînin ku bi pirsê mijûl bibin.

Apê Şexmûs jî tevî wê niqaşa rengîn bibû. Li civata lê rûniştî bû, pêşî piştgiriya Kawayiyan kir, paşê li wan hat xezebê û axaftina wiha domand:

- Dibêjin, li dijî buhabûnê dê îmzeyan bidine hev. Heyra, heta nameya we biçe Anqarayê û bersiva wê bidin dê tirî bibin mewîj. Bi telaq xwepêşandan baştir e. Lê dive ne tenê Kawayî, lê bi yekîtiyê bibe.
- Çima tu wisan dibêjî, Apê Şêxmûs!? Kawayî bi hejmar ji gelek hêzan pîtir in. Hêza wan li bajêr xurt e û bi sere dikarin xwepêşandanê rêve bibin, bersiv dabû, kesekî din.
- Heyra, dengê tenê deng jê dernayê. Erê Kawayî gelek in. Lê mecalên wan bi sînor in. Bi tevayê Kawayiyan demançeyekî xwe heye, ew jî xirabe ye û dema pêwîst dibe, nateqe.


Belê du roj berê, apê Şexmûs wefat kir. Bê guman, cihê wî û valabûna li pey xwe hiştiye, qet nikare bête dagirtin. Nisêbîna rengîn, pirtûkxaneyekî zindî li ser dîroka herêmê û henekbêjekî giranbuha, Şehmus Duman winda kir. Bila serê malbata wî sax be. Yezdanê dilovan wî bi rehma xwe şa bike û cihê wî bihuşta rengîn be.

Z. Gabar ÇIYAN

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar