oktober 23, 2016

GURÎBÛNA LI TAXA QIJLÊ Û SERPÊHATIYA QERÎBOYÊ BISIKLÊTVAN

Lawê hewiyê ye, taxa Qijlê. Taxek navendî li bajêr e, lê rûniştavên wê ji bajariyan nayên hesêp. Nîv gûndî û hinekî jî bajarî ne. Gundek li bajarê Nisêbînê ye, Qijle.

Şaredar gelek caran, bi dengê rûniştvanên wê, tifaq û hevalbendiya ji dil tên hilbijartin. Lê dema li ser kursî rûdinin, yek ji ê/a din kambaxtir dibe. Kes nizane bê nifirên kîjan xêrnexwazan li taxê bûye. Qijleyî, kîjan ziyaret û goristana weliyên Xwedê bi erdê ve kirine yek. Mirov bawer dike ku, şaredarên berê û ên nû, bi hev re sûnd xwarine û biryar dane ku, ji bo pêşketina taxê karên mayende kêm bikin. Ji xwe re çavbel û ji taxê re kor in. Çawa dikin, ez zanim, lê mikûr nayêm, lê piştî dibin şaredar hetanî hilbijarinek nû, ji hêla aborî ve çewalek perê li ên wan zêdetir dibe.

Zabit û karmendên dewletê jî ji bo xizmeta taxê zêde serê xwe nahêşînin. Gilî, gazin û daxwaziyên xelkê didin ber pêlên taloqkirinê û di bîrek bêbinî de kom dikin.

Rê û kûçeyên taxê, bi hesreta asfaltek bi kalîte û qewîn diman. Ez nizanim bê şaraderên me ew zîxurên qelp ji çi deverê peyde dikirin. Pêşî bi zîxur û xîza hur li riyên taxê rast dikirin. Paşê ziftek tenik dirjandin ser û bi silîndirên giran û ji pola bi serhev diguvaştin. Rêya nû heta çend hefteyan baş bû. Paşê, bi baranê re, ew zîxûr bi ziftê re dibû herî. Demsalên çile, heriya ser riyan cihê xwe dida çiravê û xefkên sergirtî. Ew nigên mezin û tirtire ên traqtoran tê de diteqinîn û badanaj dikirin. Havînan jî ji toz û icacokan çav kul dibûn.

Trafoya elektrîka Qijlê ku nêzî seknoka mînîbûsên Omeriyan hatibû bi cîhkirin, mîna volkanek zindî bû. Ji zemanê berê mabû û têra dused malan dikir. Lê dema hejmara taxê bi ser çend hezaran ket, nikarîbû barê wê hilgire. Têlikên wê sor dibûn, bi teqînek mezin dipeqiya û agir jê dipekiya. Ji tirsa, ne tenê mal û dikanên nêzîk, lê tesîra xwe li qehweya Nûriyê kor jî dikir, kesên rûniştîbûn bazidan. Nûriyê reben bi heqê çayên xwe dixesirî.
Bi rojan ji ber nebûna elektrikê, firneya Cemîl Xencero, radiwestiya. Fethoyê xerat nikarîbû tabûtan çêbike û di berde tirên şamî  bike. Ne Sofî Incas karîbû ereba hespa û ne jî Murado faytona xwe li qiraxa rê park bikin, heqê barkirin û siwarbûna erebê, bi tirî û mewîjên Omeriya bidin guhertin.  

Ji xwe li rewşa ava vexwarinê qet nepirsin!

Werin em herin salên berê, dema şaredariyê kanal ji bo kişandina ava spî dikolan. Em bala xwe bidin serpêhatiya Qerîp hosteyê bisiklêtan û hevalê wî Çavşîno.

Malbata Qerîp hoste, çend bira û pismam bi hev re salên nêzî şêstî ji herêma Bohtan, bajarê Sêrtê barkiribûn, hatibûn Nisêbînê û li taxa Qijlê bi cîh bibûn. Qerîbo, şifêrtiya traqtor, batozê dikir û bi cotkirinê mijûl dibû. Tu delîl û şahidê wî peyde nebûn, lê ji sundên wî, em texmîn dikin ku ji tamîrkirina wan hinekî fêm dikir. Hevalên wî ên nêzîk Edo û Forsonê bûn. Qerîbo li wan nerîbû û fêrî tamîrkirina bisiklêtan bibû. Paşê ji xwe re çend bisiklêtên kevin kirî, dest danî ser dikanoka bavê xwe û li wir, bisiklêtên xwe dida bi kirê û li aliyê din tamîra ên xirabûyî dikir.

Navê wî di nifusê de Hisêyn bû. Lê ji biçûkayî jê re digotin Qerîbo û wiha jî ma. Çend caran hat girtin û ji destê polîsan lêdan xwar, tenê Xwedayê jor zane. Navê xwe î nifusê jibîr dikir. Lêdan dixwar lê dîsa jî nedihat bîra wî. Polîs ji lêdanê westiyan. Dawiyê wan jî nema serê xwe bi nifusê êşandin, xetek sor kişandin ser Hisêyn û navê Qerîbo pejirandin.

Cil û destên Qerîbo, ji tamîrkirin û dohnê grêzê reş bibûn. Piştî tamîrê destê xwe dişûşt nedişûşt, qilêra pê ve bi dawî nedihat, paqij nedibûn. Sabûn fêde nedikir, îca bi benzînê dişûşt. Dawiyê Omo, tozsabûna cilşûştinê diceriband. Lê dîsa jî bêxwedîka reşbûna destê wî û qilêr pê ve dima. Qerîbo qet hez ji serşok û serşûştinê nedikir, rûhê wî jê diçû. Ji hefte carekî serê xwe dişûşt. Ew jî çi serşûştin?! Serê wî şil dibû, lê nav paqên wî wiha dima.

Cir xweş bû, hez ji henek û kêfê dikir, rêz û hurmet ji mezin û biçûkan re nîşan dida. Lê dema bêciriya wî bi serhişkiyê re dibû yek, bi kirêdarên xwe re şer dikir. Kêfa wî ji vexwarina eraqê re dihat. Awayê vexwarina wî bala mirov dikşand. Du bitlên biçûk dikirî. Şûşeyek eraq bê av, bitila maye jî, havîna Nisêbînê, ji ber nebûna sarincokê, bi ava têhngerm, kulmek nokên şorkirî û dendikên kûndiran ji dikana Hesenê Eloka re, hêdî hêdî vedixwar. Zû bi zû serxweş nedibû. Dema hêrs dibû, sedema hêrsbûna wî dibû cihê niqaşê. Hinekan digot, germê li ser wê daye û kesên din jî bi bandora eraqê ve girê didan. Ger hûn ji min pirs bikin, sedema hêrsbûn û pêvçûna wî ji ber eksiya xanima wî bû. Şeva ku xanima wî dixeyidî, xwe giran dikir, rû nedidayê û ji ramûsanan mehrûm dikir, dotirî rojê dibû agir û kirêdarên xwe dişewitand.

Çavek ji ê Qerîp hoste baş nedidît. Çavê din jî sipîk li ser bû, nîvbinîv didît. Loma di karê wî de pirsa herî dijwar, şidandina boxriyan bû. Vekirin û jihevxistina bisiklêtan jê re hêsan bû. Lê lihevxistin û şidandina boxriyan dijwar bû. Qûlên ji bo boxriyan baş nedidît. Eger Xuda jê re li hev rast bihanîna, bixro li qûlê rast dihat û dişidand. Lê dema lê rast nedihat, bi zorê qûlek nepêwîst di bisiklêta nû ve vedikir, berê wî û xwediyê bisiklêtê diket ekûdu.

Lawê biçûk ê Muxtarê taxê, hevalê Qerîp hoste bû. Navê wî Çavşîno bû. Muxtêr, bi taciriyê mijûl dibû. Dikana xwe de alavên xwarin û vexwarinê difrot. Çavşîno serê xwe bi karê bavê xwe nedihêşand û alîkariya Qerîp hoste dikir.

Wê wextê beşek baş ji rûniştvanên bajêr, ava vexwarinê ji bîran dikşandin û bi sitilan dibirin malên xwe. Sal bi sal hejmara bajêr zêdetir dibû û ava heye têra xelkê nedikir. Şaredarê nû soza kişandina ava sipî dabû. Boriyên avê, ji serê kaniyê, hêla Bûnisra hetanî ber taxa istasyonê, kişandibûn. Paşê taxên Şêx Reşîd û Bajariyan jî para xwe jê girtin. Taxa Qijlê, mîna herdem, mabû dawiyê.

Pêşî bêmoleya herî mezin û bilind ku ava nîvê taxa Qijlê jê bû, xirap kirin. Tenê bîrên taxê mabûn. Ew jî têra vexwarin, xwarin û paqijiya alavên metbexê dikir.

Li Qijlê, karê kişandina ava spî û danîna boriyan pir giran diçû. Du hefte derbas bibû lê kolandina erdê ji bo danîna boriyan bi dawî nehatibû. Hefteya sêwem, ji ber kêmbûna avê çûna mizgeftê kêm bibû. Kesên diçûn jî, bi cilên xwêdangirtî, dest û pêyên nivşûştî berê xwe didan Xwedê. Nav gavê wan çiqas paqij bû, Xwedê zane. Li gorî şîretên melayê taxê, ku zewicî bû û çend zarokên wî hebûn, lê çavê xwe berdabû jinebiyekê, helalkirin û pakirina laş, piştî eleqata cinsî ferz bû. Erê ferz bû, lê kêmbûna avê guneh û xêr têkilav kiribû. Li gorî Sofî Incas, mirov biroj çi bike ne tê de, lê pêwîst e, ji ber nebûna avê, karê êvarê kêmtir bê kirin. Lê lawê wî Hitik digot ku, xêr û guneh tev di destê Xuda de ye û divê evdên wî têkilî karê Yezdan nebin. Pirsa kêmbûna eleqata cinsî li bajêr, taybetî taxa Qijlê, bibû nûçe û di rojnameyan de belav bû.

Hefyeya çarem xurek ecêp li taxê peyde bû. Pêşî Dolmîşoyê daholvan, paşê Sorê û Şemo herdu hosteyên ribabê pê ketin. Hesenê qûtê û Piftî efendî tevlî wan bûn. Nexweşiya xurê ji qeheweya Eta Mûto derbasî xelkê bû. Şemo û Sorê li nik kî rûnişta, agirê xwirê bi laşê wan diket. Pêşî Dîk, paşê Jîjo, Qîqîyo, Yolsuz, Kerîz Hemal û Reîs pê ketin. Gurîbûn roj bi roj belav dibû. Hesenê qûtê bi stranbêjiya xwe û stirana ”otopêzden gêdiyor, şîşman xanim gediyor” jinemal, Şemo û Sorê jî li qehwexaneyan mêr dikirin qurbana nexweşiyê.

Ne ji doktor û hekîman, hûn werin ji min pirs bikin. Tu zewq ji gira xurandina gurîbûnê xweştir peyde nebûye. Mirov çiqasî laşê xwe, dor çeng, nav şaq û bin zikê xwe bixwerîne, ewqasî li xurandinê sortir dibe. Ji xurandinê çermê laşê mirov bi neynukan dihête xwarê, lê daxwaziya xurandinê naşike. Dema germî, an ava germ bandor li laşê mirov dike, zewq û xweşiya xurê dubare dibe.

Henano, ji xwe re şêwe û alavek nûjen ji bo xurandinê peyde kiribû. Berî Letîfê Talatî devê dikana aşê xwe veke, diçû wir û bi kevirê gincirî ê êş pişta xwe dixwurand. Perçeyên qûmaşê cilên wî pê ve dima. Dema Hecî Letîf dihat êş, qet fêm nedikir, bê çawa perçeyên rengîn bi gundorê êş ve zeliqî mane.

Ji xurandinê, pizirkên hurik di laşê mirov de derdiket. Paşê, bi teqandina wan, gurîbûn li laşê mirov belav dibû. Fikretê sixye ku qet bi kurdî nizanîbû, ew nexweşî bi ”uyuz” binav dikir. Şîret li xelkê dikir ku herin nexweşxanê û derman di laşê xwe bidin. Lê tu kesî ji a wî ne dikir.

Qerîbo, şev û roj di nav dohnê grêzê û qilêra bisiklêtan de bû. Loma çi bakteriyan zora wî nedibir. Nexweş nediket. Laşê wî fêrî qilêrê bibû, nexweşiya gurîbûnê nikarîbû zora wî bibe û xwe nîşanî wî bide. Henekê xwe bi mirovên xwe dixurand dikir.

Gelek kes ji taxa Qijlê bi nexweşiya xurê ketibû, lê gelekan navê wê nas nedikirin. Qerîbo digot ”hebe tune be, ev êşa mirişka ye”. Û wiha jî ma.

Henekvanê taxê kesekî naskirî bû. Bûyerên wiha giring û dîrokî bi serpêhatiyekî ve girê dida û ji xelkê re digot. Li gorî wî, jinek û mêrê xwe bi êşa xurê ketibûn. Dema razanê, herduwan niyeta xwe li hev xira kiribûn. Ji hêlekê zewqa cinsî û ji hêla din xweşiya xurandinê ketin musabeqê. Dema mêrik li xwe xweş dihanî, jinikê xwe xurandiye. Dema jinik nêzî sînorê dilxweşiyê dibû, mêrik dest avêtiye qûna xwe û xurandiye. Çîroka razanê, çawa dawî haniye êdî hûn texmîn bikin.

Wê rojê Çavşîno dereng hatibû dikanê. Destê xwe dirêjî nigek peqiyayî ê bisiklêtekî kir. Li helêkê nigê bisiklêta teqiyayî pif dida û li aliyê din xwe dixûrand. Çêkirina nigê teqiyayî deh deqe digirt, lê saetek derbas bibû hîna jî bi çêkirina wê û xura laşê xwe mijûl bû. Ji xwe rojê du-sê kar dihate ber destê Qerîp hoste û nanê xwe jê derdixist. Wê rojê û dotirî rojê çi karê teslîmî lawê muxtêr kir, tev man û ji ber gira xura xwe, yek jî nebir serî. Rewşa wî, Qerîbo pir aciz kiribû. Bi hêrs jê re got:

- Ev du roj in, me tu kar nekir. Pere tune em ji xwe re bitlekî eraqê bikirin û vexwin. Dora te ye îro. Divê tu ji mere şûşeyekî mezin bikirê.
- Perê min tune ye, Qerîp hoste.
- Ez fêm nakim! Ji dikana bavê xwe hinek pere bîne.
- Ez nikarim pera bidizim.
- Malê bavê te ye, dizî nayê hesêp. Ji bêrîkekî derdikeve û dikeve bêrîka din.

Çavşîno xwestina Qerîbo bi cîh anî. Ber êvarkî, hinek dendik, nok û fistek di dest de zîvirî dikanê û alav di qûtiya dikanê de veşartin. Berê xwe da navenda bajêr û bitlek mezin a eraqê anî. Dawiyê, çû malê, hinek qeşa, nan, penêr, lîmon û çar îskan anî. Tev li ser masê bi cîh kirin.

Dikana Qerîbo sê metre dirêjbûn û du metre jî firehbûna xwe hebû. Ji xwe teng bû, dema bisiklêtên xwe jî dixist dikanê tengtir dibû. Carê, bisiklêtên xwe li dawiya dikanê li ser hev dikir mîna kaşekî. Ber êvarkî dîsa wiha kir, bisiklêt ser hev bi cîh kir, deriyê dikanê ku ji depên stur bû, girt. Kursiyek biçûk şuxlê Amedê da pişt derî, cihê qûna xwe li  ser xweş kir, rûnişt û îskana pêşî bi ser xwe dakir.

Piştî vexwarina îskana sêwem, dest bi tira dikir. Tirên xelkê bi deng in, lê kêm bêhn in. Lê ên Qerîbo weke ku urê gayekî li erdê bimîne, an mirov bi xwe ve gû bike, bêhn jê dihat. Mecalê nefes standinê nedida mirovî. Vekirina derî bêsûd bû, çi niyeta bêhnê û derketinê tune bû. Bêhnê çi tesîr li Xerîbo nedikir, bêhna tirên wî pê xweş bû, lê mala ê mêvan xirap dibû. Heçî mêvan, ji eraqê û bêhna tiran serxweş û gêj dibû. Qemyonek lê biqelibiya, bi êşa xwe nedihisiya.

Demhejmar nîvê şevê nîşan dida. Qerîp hoste û lawê muxtêr îskanên dawiyê jî noş kirin, ava mayî vexwarin û çend nok avêtin devê xwe. Çavên Çavşîno ji vexwarinê sor û serê wî ji nebûna hewa paqij û eraqê gêj bibû.

Qerîp hoste bi carekî re rabû ser xwe, destê xwe dirêjî mifteya ji pola a ingîlîzan kir. Mifteya ingilîzan, ji bo sistkirin û vekirina bixroyên bendên avê bikar dihanîn. Zêdeyî nîv metreyan dirêj û têra xwe stur bû. Li ser serê Çavşîno sekinî, bi hêrs û biryar jê re got:

-Zu! Cilên xwe ji xwe bike!
- (Lawê muxtêr hinekî bi tirs û bi şik rabû ser xwe. Fanerê xwe ji xwe kir û pê re bi nermî axivî) Qerîp hoste, çend sal in em bi malbatî dost û nasên êkûdu ne. Eyb e. Niyeta te xirab xuyanî dike. Bavê min pê bihise dê fermana te ji van deveran rabike!
- Qise meke! Cilê xwe ji xwe ke, min go!
-(Fanerê bin cilan ji xwe kir û dudilî bişkokên pantorê xwe vekir) Eyb e Qerîp, karên wiha çewt bi te nakeve!
- Pantor ji xwe ke û xwe tazî bike zû, gotê û mifteya ingilîzan li çîmê Çavşîno da.

Ji êşa agir bi hinava wî ket. Hawar û qîrînî hat bîra wî. Lê nîvê şevê bû û tu kesî dengê wî nedikir. Bikira jî heta bihata bi hawarê, dikarîbû Qerîbo dest an çengê wî bişkîne. Tevayê cilan ji xwe kir û tenê terpiyê kinik lê ma. Qerîbo bi nigê xwe qutiya mezin a dohnê grêzê kişan ber bi xwe ve. Dohnê grêzê qalind, mîna mastê kîsikan e û rengê xwe, sorê tarî ye. Mifteya ingîlîzan ji destê xwe danî alîyekî û rahişt berikek zengarî ê sewax kirinê. Bi hêrs ji lawê muxtêr re got:

-Terpiyê kinik jî ji xwe bike, kes xwe bi te naherimîne, nake te, metirse!

Armanca Qerîbo qet fêm nekir. Riya felatê nedît û teslîm bû. Terpêkê kinik ji xwe kir û şift û tazî ma. Laşê Çavşîno, ji nexweşiya gurîbûnê kul bibû û pizikên hûr bedena wî rapêça bû. Encama xurandinê ew perîşan kiribû.

Qerîb hoste, bêrika (kevçî) sewaxê di dohnê qalind ê grêzê de bir xwarê. Bêrika bi grêzê nîvdagirtî di laşê wî dida. Tevayê brînên wî ku ji ber xurandinê kul û pizik bibû, bi bêrikê xeritand û brînêd wî têr grêz kir.

Çavşîno ji vexwarinê serxweş bibû. Di serî de şewata dohnê grêzê lê tesîr nekiribû. Lê dema pizik tev peqandin, grêz brînên wî şewitandin, agirek gur laşê wî rapêça. Ji şewatê pirça serê wî rabû ser xwe û dest bi girî kir.

Hêstirên çavê wî ji ber xwe ve mîna baranê diherikîn. Şewatê ewqasî zoriyê bir ku, bû tirtira qûna wî û bêhn bi hundirê dikanê xist. Qerîbo jî nema karîbû ji bêhna li hundir îdare bike. Bi destekî xwe bêvila xwe girt û bi destê din, deriyê dikanê vekir û derketin derve.

Laşê lawê muxtêr reş, sor û şîn bibû. Nema karîbû bigriya. Qutikê xwe li xwe kir. Pantorê xwe bê terpî kişand ser zikê xwe û berê xwe da derve. Ji şewat û êşê xwe li ser nigan nedigirt. Qerîp hoste bi milê wî girt û berê wî da malê. Bi hêdîka deriyê hewşa mala muxtêr vekir û Çavşîno berê xwe da odeya razanê. Tevlî cilên bi rûn xwe avêt ser nivîna xwe. Ji êşa çiqasî xwe qûlpand vî alî û aliyê din, tenê Xwedê zanîbû. Bi wê êşê di xew ve çû.

Serê sibê dayika Çavşîno ji xew rabû û hat odeya wî a razanê. Ji nav nivîna wî rûnek sorereş herikîbû ser merşê. Tirsiya ku buyerek hatiye serê lawê wê. Dema nefes stand, fêm kir ku sax e. Av germ kir ku têra cil, nivîn û serşûştina wî bike. Çiqas sabûn di laşê wî dida, kef nedida. Piştî çar caran sabûn kir ji nû ve kefek sivik bi ser pora wî ket. Avek bi dohn û soretarî ji serşokê diherikî. 

Lawê muxtêr bi saya Qerîbo ji xurê rizgar bibû. Lê dohnê grêzê ku ji laşê mirovan re pir bi xeter e, çermê laşê wî şewitandibû. Bêhna wê î giran û bi şewat, bandor li rêya nefesa Çavşîno kiribû. Êşa wan demek dirêj domiya.


Nexweşiya xurê li taxa Qijlê baş domiya. Bi alîkariya hekîmên kurdîaxêv û kişandina ava spî winda bibû.

Ceribandin: Zarathustra Gabar ÇIYAN